• DOLAR 32.365
  • EURO 34.974
  • ALTIN 2325.103
  • ...
Karê bi zewq û zehmet:Şivantî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmet Turanê ku 40 sal e li gundê Devewêriya Erxaniyê şivantiyê dike diyar kir ji ber ku ew her tim li xwezayê ye pir bi sihet e.

Turan di berdewam axavtina xwe de diyar kir karê şivantiyê bi rewşa însanan ve girêdayî ye û wiha li axavtian xwe zêde kir: “Karê şivatiyê karekî bi feyde ye.Mesrefa vî karî her çiqas zêde be jî bi heman awayî zêde karê wê jî heye.Ji goşt û şîrê pez tê îstîfadekirin.A niha bihaya beranan hezar û 300 lîre ye, berx jî li gor kîloyên xwe carinan bi 500î carinan jî 600î tên firotin.Ajalvantî di destê te de ye.Heger tu baş li wan binêrî û guh bidî wan tu wê demê dikare qezenceke baş ji wan bigire.”

Turan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji 500 heywanî re şivantiyê dike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez serê şeveqan di seat 06.00an de pezê xwe berdidim û wan dibim çêrgehê.Di derdora seat 09.00an ez berîvanan ji bona dotina mîhan tînim ba xwe.Şîrê ku tê dotin ji bona pênîr û mast tê firotin.Piştî dohtinê mîh radizin.Di derdora seat 13.00an de cardin ez mîhan dibin çêrgehê.Ji bilî van heger birîneke wan hebe ez tedawiya wan dikim û guh didim wan.”(ÎLKHA)



































Bu haberler de ilginizi çekebilir