• DOLAR 32.451
  • EURO 34.795
  • ALTIN 2440.144
  • ...
Ava qenalîzasyona ku diherike nav robarê dibe sedema nexweşiyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber ku li navçeya Qosera Mêrdînê di Gundika Şêx Musayî de ji ber ku ava qenalîzasyonê ya ku diherike nav robarê dibe sedema nexweşiyê nişteciyên gun diyar kirin ku ev pirsgirêk were çareserkirin.

Nişteciyên gund destnîşan kirin ku ev 10 sal e ava qenalîzasyonê diherike nav robarê ku di nav gund de derbas dibe. Lê digel vî yekê tu kes di derbarê vî mijarê de gav neavêtiye.

 “Şaredarî dibêje dê em sererast bikin lê heta niha tu tiştekî nekirine”

Ji nişteciyên gund Şemsa Başak destnîşan kir ji ber ku qenalîzasyon bên dide wek gundî ew gelek nerehet dibin. Dûvre Başak wiha axavtina xwe domand: “Ev ava gemar ya ku ji nav gund diherike dibesedema nexweşbûna zarokên me. Ez bi binasiya nexweşiya xwe ya qirikê çûm nexweşxanê. Tixtor ji min re got ‘te mîkrop wergirtiye.’ Dema ku destê zarokan digêhêje vî avê bedena zarokan alerjî dike. Xwe her tim dixwirînin. Ji ber bêna genî em nikarin havînê li ser banê razên. Em nikarin pencereyên xwe vekin. Dema ku em ji bo hewasitandina malê pencerê vedikin ji ber bêna genî em pozên xwe digirin. Ji ber mêşan jî em nikarin derbas bibin. Gunehê me çiye? Ev çi hal e?”

Başak diyar kir tê idîakirin ku ev av ji herêma Pîşesaziya Organîzeyê tê. Her wiha Başak bal kişand ku di derbarê vî yekê de çendîn car bi şaredariyê re axivîne lê ji bo vî yekê tu kesî gav neavêtiye.

Ji nişteciyan Binevşî Bulut ragihand ku heqê wan e ew jî hewyê temîz bikêşin nav xwe. Bulut wiha qala medûriyeta ku dijîn kir: “Berê ji vî çemê ava paqij diherikiya. Lê ev 10 sal e ku ava qenalîzasyonê diherike nav çem. Dema ku mêvanê me tên ji ber bêhna genî nikarin li vir bisekinin. Ji xwe hemî gilîdar in. Em dixwezin ev robara qirêj û gemar ji teref rêvebiran ve were islehkirin. Em her roj diçin şaredariyê û gazinan dikin. Lê heta niha tu tiştekî nekirine.”

 “Di serî de Wezaretiya Tendirustiyê me miracatê gelek deran kir”

Ji gundiyan Abdurrahman Acar wiha axivî: “Ev ava qenalîzasyona ku nêzê 10 salan e diherike nav vî robarê ji Herêma Pîşesaziya Organîzeyê tê. Me miracatê şaredariyê kir. Lê ew hatin bes gundiyan îqna kirin û çûn. Tê diyarkirin ku Karûbarên Avê ya Dewletî qenalîzasyonekî nû veke. Lê tiştekî wisa tune. Li vir rantek heye. Em vî dizanin. Bila biçin fabrîqan kontrol bikin. Wezîrê Tendirustiyê, Walî û Qeymeqal li ku ne? Tu kesî naçe Herêma Pîşesaziya Organîzeyê. Heke ev ava genî û qirêj li rojavayê bibe dê dinya rabe piyan. Dema ku ev febrîqa hat sazkirin diviya ku qenalîzasyona wê jî bihatiba sazkirin.”

Acar bang li rêvebiran kir ku vî ava qirêj bibirin. Dûvre Acar wiha dawî li axavtina xwe anî: “Li wir fabrîqator hene. Lê ji ber ku em fabrîqator nînin te kesî li me eleqedar nabe. Sûcê van zarokên biçûk çiye? Ev zarok kulîlk in. Di şûna jiyandina van kulîlkan ew van diçilmisînin. Ew kesên ku destê fabrîqatoran digire heke ev qîz qîza te bibe dê tu çi bikî? Dê tu çawa din av vî qirêjiyê de bijî?”  (İLKHA)


 

































Bu haberler de ilginizi çekebilir