• DOLAR 32.384
  • EURO 35
  • ALTIN 2326.163
  • ...
Wesayîta ku nexweşên diyalîzê dibir qeza kir:15 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Hezoya Êlihê wesayîta ku nexweşên diyalîzê dibir teqle avêt. Di encama teqleavêtinê de 15 kes birîndar bûn.

Gor agahiyamên hatine bidestxistin wesayîta bi pleqeya 21 SZ 309ê ya ku ajovanê wê Kenan Aslan bû ji bû ku biçe ziyareta Weysel Qeranî ji navçeya Farqîna Diyarbekirê ket rê. Wesayîta ku di derdora Gundê Melefana (Tuzlagözü) girêdayê navçeya Hezoyê ye de ji konrtolê derket û teqle avêt.

Di enacama teqleavêtinê de yek wê ajovan bi tevahî 15 kes birîndar bûn. Di ciyê bûyerê de midaxale li birîndaran hat kirin. Dûvre birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Herêma Êlihê.  

Navê birîndaran wiha ye: Ajovan Kenan Aslan, Belkîs Sadunoglu, Rahîme Guneş, Pîroz Tanrikulu, Zeynep Adiyaman, Halîse Çelîk, Naîme Bozkurt, Buhteyar Çakmak, Halîse Bîndîrîcî, Fîruze Bîndîrîcî, Ferîha Orak, Turkan Cîhan, Zehra Barut, Suzan Çelîk û Mîkaîl Adiyaman. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir