• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Şehîdên Xanikê di yekemîn salvegera  şehadetên xwe de hatin bîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sekreterê  Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz , Endamê GÎKê yê HUDA PARê Şehzade Demîr, Serokê navçeya Cizîrê Ahmet Elçîn û gelek partiyî û hezkiriyên şehîdên Xanikê beşdarî bernameya bîranînê bûn.

Bernameya bîranînê bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir.Piştî tîlaweta Qur’anê Endamê GÎKê yê HUDA PARê Şehzade Demîr axavtinek kir. Demîr di axavtina xwe ya ku kir de wiha diyar kir: “Her çi qas ev salek ji ser şehadeta wan derbas bûbe jî ez bi xwe hînî tunebûna wan nebûm .Ez bawer dikim ku ev yek ji bona we jî wisa ye.”

“Eger ku ev dawa pir ne mezin bana, me ezîztirîn û qiymettirînên xwe  di vê oxirê de feda nedikir”

Demîr di berdewama axavtina xwe de diyar kir bi veqetîna van birayên me em baştir fêm dikin ku ev dawa, dawayeke pir mezin e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Eger ku ev dawa pir ne mezin bana, me ezîztirîn û qiymettirîn kesên xwe  di vê oxirê de feda nedikir.Heqîqeten dema ku mirov heyata van şehîdan dinihêre hîngî fêm dike ku ew layiqî vê mertebê ne.Em ji bo vê yekê şikir dikin.Me ji heyat û şehadeta wan fêm kir ku heqîqeten ev dawa, dawayeke pir mezin e.Xweda bike nesîp ku em ji bereketa wan îstîfade bikin, me ji rêya wan şaş neke û bike nesîp ku em li mîrasa ku wan ji me re hiştiye xwedî derkevin.”

“Her du şehîd li ser sadaqat û heqîqetê bi xwîna xwe dara Îslamê av dan”

Piştî axavtina Demîrî, Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz jî axavtinek kir.Yavuz di axavtina xwe de diyar kir : “Ev her du birayên me yên bi qedr û qiymet hewl didan teşwîqî qenciyê bikin û ji neqenciyê jî dûr bikin ku ev yek jî armanca HUDA PARê bû.Bi vî awayî ev her du şehîd li ser sadaqat û heqîqetê bi xwîna xwe dara Îslamê av dan.Ev yek tiştekî bi şeref û bi izzet e.”

“Em bi şehîdên xwe ezîz, serfiraz û bextewar in”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir şehîdî tê maneya bi pêxember, enbiya û evliyayan re kirine cîrantiyê ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dibe ji ber ku ew şehîd bûbûn qezeba me bişewite, lê em bi şehîdên xwe ezîz, serfiraz û bextewar in.Hemd ji Xweda re ku di nav me de ew kesên ku soz dabûn Xweda û gotin eger ku pêwîst be em ê can û malê xwe di vê oxirê de feda bikin soza xwe bi cî anîn  û ji me re bûn mînak.Hemd ji Xweda re ku em jî li ser ehd û soza xwe ne.”

“Ya Rebbî tu me jî ji şehadetê re bike layiq û wê şerefê ji me re bexş bike”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir eger ku şert û merc pêk bên ew ê jî wisa dia bikin: “Ya Rebbî tu me jî ji şehadetê re bike layiq û wê şerefê ji me re bexş bike.Lewra ev şerefeke mezin e.Ji bo vê yekê Xweda wiha dibêje ‘Ji kesên ku di rêya Xweda de mirine re nebejin mirî ne, ew li qeta Xweda zindî ne,lê hûn nikarin fêm bikin.’Hûn di şuûra vê yekê de nînin.Eger ku bi rastî jî wê vê zanîbana hûn ê ji wan re negotibana ew mirî ne.Ji ber vê heqîqetê em ji birayên xwe re nabêjin mirî.Ew zindî ne û li ba Xweda ne, Xweda riziq dide wan û ji nîmetên xwe ji wan re îkram dike.Şehîd bêyî hesabê diçin cennetê û Xweda ji wan re îhsan û îkraman pêşkêş dike.Xweda Teala ji wan re bang dike û dibêje, ey evdên min hûn ji bo dîn û dawaya min dara Îslamê bi xwînên xwe yên paqij û bi şeref av da û we soza xwe bi cî anî, hûn çi ji min dixwazin.Ji bilî şehîdan tu kesê din ên ku çûne cennetê naxwazin werin dinyayê.”

Bernameya bîranînê bi kirina diayan bi dawî bû.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir