• DOLAR 32.603
  • EURO 34.881
  • ALTIN 2496.13
  • ...
Demîrtaş heqaret li Serokwewzîr Yildirimê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

1emîn Kongreya Bajêr a Derasayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di Kompleksa Werzîşê ya navçeya Kayapinara Diyarbekirê de hat lidarxistin.

Afîş û pankartên ku li avahiya kongreyê hatibû daliqandin bi hinceta ku dereqanûnî ne ji teref polêsan ve hat rakirin. Polêsan van afîş û panqartan birin Midûrtiya Ewlehiya Bajêr.

Sevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş, Rêvebirên bajêr ên HDPê, Hevserokên Şaredariya Mezin Gultan Kişanak û Firat Anli û partiyî beşdarê kongreyê bûn. Kongre bi merşa PKKê hat vekirin û her wiha hat dîtin ku di kongreyê de postera Abdullah Ocalanî hatiye daliqandin.

Demîrtaş, heqaret li Serokwezîrê AK Partiyê Bînalî Yildirimê ku doh bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdoganê re hatibû Diyarbekirê kir.

Demîrtaş, wek ‘boşbakan’ heqaret li Serokwezîr Bînalî Yildirimê ku Şaredariya Mezin a Diyarbekirê rexne kiribû kir. Demîrtaş wiha axivî: “Ev boşbakanê ku doh hatiye vir ji şaredariya me re xeber dibêje. Li vir diz tune. Şaredariyên ku di derfetên xwe yên kêm de ji gel re xizmet dikin hene. Kêmasiyên wan tune? Hene. Kêmasiya me wek şaredarî û partî heye. Em heqaretên ‘Boşbakanê’ îadeyê wî dikin.”

 “Kurdên guldanê (vazo) hene”

Demîrtaş kesên ku ray nedane HDPê wek ‘Kurdên guldanê’ terîf kir. Dûvre Demîrtaş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îro nefreta herî mezin ê ku li qesrê ye Kurd in. Kîjan Kurd? Kurdên ku bîata wî nekirine. Li beriya wî “Kurdên guldanê yên ku serê xwe jê re tewandine hene. Ew ji wan raziye. Ji wan re îtiraz tune. Ew can û cîgera wî ne.”

 “Kî bajarên me kiriye wekê wêran Xweda belayê xwe bide wî”

Demîrtaş diyar kir ku; ‘Kî bajarên me kiriye wekê wêran Xweda belayê xwe bide wî’. Dûvre Demîrtaş destnîşan kir ku ew 30 car çûne Qandîlê.

Di hilbijartinê de ji bo hevseroktiyên Diyarbekirê ya HDPê Gulşen Ozer û Cabbar Leygara hatin hilbijartin. (ÎLKHA)


 





Bu haberler de ilginizi çekebilir