• DOLAR 32.346
  • EURO 35.128
  • ALTIN 2310.411
  • ...
Erdogan çû Gundê Herbecinê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim û lijneya bi wan re çûn Gundê Herbecina navçeya Sûra Diyarbekirê ya ku li wir ji teref PKKê ve 15 ton teqemenî hat înfilaqkirin û di encama înfilaqê de 16 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Wan serxweşî li malbatan dan.

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim, Wezîrê Karûbarên Derve Efgan Ala, Wezîrê Çandinî û Karên Gundan Faruk Çelîk û parlementer çûn Gundê Herbecinê û li wir bi malbatên ku di teqînê de xizmên xwe ji dest danbûn re axivîn.

Erdogan di bin pêşgiriyên ewlehiyê de bi teyarê çû gund. Li wir malbatên ku di teqînê de xizmên xwe ji dest danbûn re axivî û serxweşî li wan da.

Erdogan piştî ku serxweşî li malbatan da gorên kesên ku di teqînê de mirîbûn ziyaret kir. Dûvre Erdogan û Yidirim li wir bi leşkeran re fotoğraf kişandin û bi teyarê ji gund derket. (ÎLKHA)



 







































Bu haberler de ilginizi çekebilir