• DOLAR 32.384
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2326.163
  • ...
Cotkar ji paleyiya nîskan razî ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cotkarên naçeya Bîsmîla Diyarbekirê diyar kirin ji ber ku îsal di çandina nîskan de randiman heye ew wek cotkar gelek kêfxweş in.

Cotkarên Gundê Hayderiya Bismîlê dest bi dirûtina nîskan kirin. Wan destnîşan kirin ew niskên ku bi makîneya dirûtinê didirûn ji donimekî 200 kg nîsk tê. Ev yek jî gelek baş e. Ji ber vî yekî ew gelek kêfxweş in.

Di derbarê paleyiya nîskan de Serokê Odeya Zîreata Bîsmîlê Mehmet Aslan axivî. Aslan destnîşan kir paleyiya nîskê ya îsal gor salên derbasbûyî gelek baş e.

Aslan diyar kir paleyiya nîskan ya ku tê kirin ya difroşin Ofîsa Mehsûlên Axê an jî difroşin esnafê. Dûvre Aslan wiha axivî: “Îsal gor salên din randimana nîskê çêtir bû. Niha ji her donimê 200 kg nîsk tê. Ev paleyiyên ku tê kirin an difroşin Ofîsa Mehsûlên Axê an jî difroşin esnafê. Niha tona nîskê 2 hezar 300 lîre ye. Ev nirx berê 2 hezar 900 lîre bû.”

Aslan bal kişand ku berê dirûtina nîskan bi tirpanê pêk dihat. Dûvre Aslan wiha pêde çû: “Em berê nîskan direşînin. Dema ku wextê wî hat em derman dikin. Dema ku wextê dirûtinê jî hat em bi makîneya dirûtinê vê nîskê didirûn. Hinek kes bi tirpan an jî kêrên ku bi pişta trextorên ve tê girêdan didirûn. Berê di destê me de jî amûr tinebû. Niha makînya dirûtinê heye. Em dirutinê bi vî yekê dikin.”

Aslan destnîşan kir ku çandina nîskan hêsan e. Dûvre Aslan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Nîsk ji genimê çêtir e. Mesrefa genimê ji ya nîskê zêdetir e. Lewra mesrefa nîskê çênabe. Ji ber ku genim tê gubrekirin mesrefa wê zêdetir e.”

Aslan di dawiya axavtina xwe de wiha belav kir: “Ji teref dewletê ve ji bo cotkarên ku nîsk diçînin ji bo her donimê 200 lîre pere tê dayîn. Divê ku dewlet piştgirî bide cotkaran. Rastî cotkar perîşan in. Him gubre him jî sotemenî cotkarê têxe zehmetiyê. (ÎLKHA)


 























Bu haberler de ilginizi çekebilir