21 PKKyî hatin kuştin, 12 PKKyî teslîm bûn
Hat ragihandin di pevçûnên ku li Şernex û Mêrdînê berdewam dikin de 21 PKKyî hatin kuştin û 12 PKKyî teslîm bûn.
Li gor daxuyaniya ku ji teref Sererkantiya Giştî ve hatiye dayîn li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di pevçûnan de 4 PKKyî hatin kuştin û 8 PKKyî jî teslîm bûn,bi heman awayî di pevçûnên ku li Şernexê berdewam dikin de jî 17 PKKyî hatin kuştin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin di encama operasyonên ku hatine kirin muhîmat û çek hatine bidestxistin.(ÎLKHA)