• DOLAR 32.558
  • EURO 35.057
  • ALTIN 2429.766
  • ...
"Hîcab, rawestana pîreka xwedî îman e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Bongilana (Solhan) Çewlîgê ji teref Çagri-Derê ve konferansek bi navê ‘Rawesta Zeynebî û Hîcab’ hat lidarxistin. Sabîha Ateş Alpatê ku wek gotarvan beşdarê konferansê bûbû axivî.

 “Ciyê pîrekê di nav civakê de gelek girîng e”

Alpat diyar kir kesên ku dînê Xweda qebûl nakin serî li hîle û baziyan dikin ku Misliman bi şiklekî baş dinê xwe nejîn. Dûvre Alpat wiha axavtina xwe domand: “Di derbarê vî mijarê de ji ber ku ciyê pîrekê di nav civakê de gelek girîng e herî zêde li ser pîrekan bazî û lîstik tê lîstin. Heke ev lîstik me pîrekan xirab bike dê civak jî xirab bibe. Heke em û ewladên me sererast bibin dê civak jî sererast bibe.”

Alpat bal kişand hewl tê dayîn ku Misliman ji Qur’an û sinetê dûr bikevin. Alpat wiha ragihand: “Ji bo vî yekê carinan wek Sûrî bi çekan hewl dan ku Mislimanan ji holê rakin. Li hinek deran bi televîzyon, sînema, înternet û rojnameyan ji bo ku me ji Qur’an û sinetê dûr bikin rê û rêbazên cuda diceribînin. Ji bo ku em nebipn Zeyneb, Asiye, Aîşe, Hatîce li ser me pîrekan gelek lîstik tê lîstin. Mixabin ji bo ku em Qur’an û sinetê nezanin xwîna me dirêjin.”

Alpat wiha li axavtina xwe zêde kir: “Axavtina me ya di derbarê Zeyneb de ji ku ew neviya Hz Muhemmed e nînin. Lewra heke mirov qîza Pêxember bibe jî dema ku mirov îman neanîbe, heke wek distûr ji xwe re Qur’anê nehesibandibe ew ehlê îman nînin. Îro heke em di derbarê Zeyneb de diaxivin, heke îro Zeyneb ji bo me mînak e ev ji ber îmana wê ye. Ev yek ji bo ku ew neviya Pêxember e nînin. ji ber ku mamê Pêxember jî îman nekiribû sefa wî cuda bû.”

 “Zeynebiyên îro çima di şûna modayê de jiyana Îslamî qewirandin?”

Alpat destnîşan kir pêwîst e ku ew bibin pîrekên rêya heqiyê. Dûvre Alpat wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo ku em bibin pirekên ku Qur’ana Pîroz diyar dike divê ku em bibin ehlê tewhîd, teqwayê û divê ku em di terbiya Îslamê de bimînin. Zeynet bi van taybetiyan bûye Zeyneb. Ev Zeyneb li dijî Yzîdan qala heqiyê dikin. Ew li hemberî Yezîdê dibêjin heke tu sern Huseynî jê bikî jî tu nikarî min ji Xweda veqetînî. Zeynebiyên îro çima di şûna modayê de jiyana Îslamî qewirandin? Dema ku qala Zeynebê dê kirin divê bê zanîn ku ew Zeyneb li hemberî kufrê natewe.”

 “Hîcab nasnameye, bes wegirtin nînin”

Alpat belav kir ku Hz Zeyneb ji nimêja xwe haydar bû. Dûvre Alpat wiha axivî: “Taybetiyek din a Zeyneb nimêj bû. Kesa ku nabeyna wî û nimêjê xirab bibe nabeyna wî û Xweda jî xirab e. Piştî nimêjê jî ew ji hîcabê haydar bû. Hîcab nasnameye bes wegirtin nînin. Ji bo pîrekan hîcab sembol e. Ew bes girtina porê nînin. Tesetûr bes wegirtina çarşefê nînin.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir