• DOLAR 32.476
  • EURO 34.727
  • ALTIN 2432.899
  • ...
 "Kurd di nava 240 welatî de bê av û bê ax dijîn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

PDK-T li Diyarbekirê di otelekê de resepsiyonek tertîp kir. Serokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Tirkiyê(PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş û çend partiyî û her wiha Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz, Endamê Navenda Partiya Demokrat a Kurdistanê Elî Ewnî, Wekîlê Serokê Koma PDKê Umîd Xoşnav û temsîlkarên sazîyên civatên siwîl jî beşdarî bernamê bûn.

Piştî sînevîzyona ku di derheqê PDKyê de hatibû amedekirin hat pêşkêşkirin re Serokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Tirkiyê(PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş axavtinek kir.

Kardaş di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir Kurdên ku nifûsa wan li Rojhilata Navîn 50 milyon e di naveyna 240 welatî de bê av û bê ax dijîn û dîrok, çand û zimanê millete Kurd qedexe ye.

Kardaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir Xwedayê ku însan cûda cûda afirandiye heq û hiqûqê hemû kesî daye wan û wiha li axaxtina xwe zêde kir: “Xweda heq û hiqûqê me jî daye me.Temamê millet û neteweyên din xwedî dewlet in.Ji ber vê yekê ji bo ku em bi navê xwe bibin xwedî dewlet pêwîst e doza xwe bidomînin.”

Kardaş di dawiya axavtina xwe diyar kir bernameya wan a partiyê temamê Kurdan dixe nav xwe û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Bernameya me ji Qazî Muhammed , Şêx Seîd, Seyîd Riza, Îhsan Nûrî û ji Serok Mela Mistefa Barzanî tê.Em tenê heqên xwe naperêzin, bi heman awayî yên temamê neteweyên din jî diparêzin.Bingeha partiya me li ser rihê 1965, 1957, 1946 û 1945an hatiye avêtin.Ji ber vê yekê derîyên partîyên me ji temamê Kurdan re vekiriye.”(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir