• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Qetlîama 25ê Gulanê nayê jibîrvekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Êlihê di sala 1995an de li ber dibistanek êrîşa bombeyî li siwîlan hatibû kirin û di encama êrîşê de 11 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Ev şewata ku 21 sal berê qewimîbû hêj jî wekê ku nû qewimiye ew jan rojaneyîtiya xwe diparêze.

Di êrîşa bombeyî ya ku 21 sal berê li ber Dibistana Cumhuriyetê pêk hatibû de 11 kesên ku di nav wan de zarok, mamoste û kal û pîr habûn jiyana xwe ji dest dabûn û 16 kes jî birîndar bûbûn.

Digel derbasbûna 21 salên a li ser vî bûyerê hêj jî ev yek nehatiye diyarkirin gelo ku kî vê yekê kiriye. Roj bi roj gumana ku dihat kirin xort bû ku vê yekê JÎTEM kiriye. Lê hêj jî di derbarê vî mijarê de tu tiştekî nehatiye bidestxistin. Taybetên hevpar ên kesên ku di vî teqînê de şehîd bûbûn dîndariya wan bû.

Şehmus Demîrê ku di heman êrîşê de lingekî xwe ji dest da ji ÎLKHAyê re axivî. Demîr destnîşan kir ku bufekî wan li nêzê dera ku êrîş pêk hat hebû. Dûvre Demîr wiha axivî: “Dema ku bûyer qewimî saeta herî qelebalix bû. Saeta çûn û hatina gundan bû. Dibistan qediyabû. Heke ew teqîn di saeta ku xwendekar belav dibûn de bûbûya di bi sedan kes jiyana xwe ji dest dabûya.”

 “Ji wan bombeyan yekê wê di bufeyê de bicî kiribûn”

Demîr diyar kir ku bombekî di nav poşetê de wek pêçandî di bufeyê de bicî kirine. Dûvre Demîr wiha pêde çû: “Li rawestgeha ku mînîbusa 4 gundan li wir disekiniya bufekî me hebû. Roja 25ê Gulana 1995an rojek gelek ecêb bû. Beriya teqînê bayekê bi tûndî hat. Ji ber ax û xweliyê çav çavê nedidît. Em jî têketin bufeyê. Di hindir de 2 mêvanên me jî hebûn. Yekî ji wan Hesen bû yê din jî mamostekî ehlê Meletî bû. Berê dengê saetê hat. Heta min ji hevalan re got qey saeta we xirabe ye? Bombe bi saet bû. Deng dihat me. Lê me ji ku ve bizanibûya ku bombeye. Dema ku em diaxivîna bi dengekî bilind bombe teqiya. 2 tûpên ku di bufê de bûn jî teqiyan. Bufe ser û bin bû. 2 hevalên ku cem min bûn şî şehîd bûn. Laşe min jî hemî şewitî.”

 “Lawê min ê 12 salî jî şehîd bû”

Demîr wiha pê de çû: “Ew roj bi tevahî 11 şehîd bûn. Serokê rawestgehê Huseyîn û lawê wî Mehmet Emîn Olcay jî şehîd bûn. Şehîd Huseyîn însanek fidakar bû. Ji mînîbusan wek mehane meaş distand û rewşa wî ji aliyê aboriyê ve baş nebû. Lê dîsa wî perê ku distand dida feqîran. Derdê wî bes Îslam bû. Ji xwe bobmbe jî bes ji bû vî yekê hatibû bicîkirin. Min di teqînê de lingekî xwe ji dest da. 2 kesên din jî wekê min bûn. Lawê min jî şehîd bû. Îbrahîm 12 salî bû. Lawekî pir jîr û zîrek bû.”

“Qetlîamê dan veşartin”

Demîr bal kişand ku ev qetlîam ji teref dewletê ve hatiye veşartin. Dûvre Demîr wiha dawî li axavtina xwe anî: “Piştî bûyerê tu kes me nepirsî. Kes di derbarê mijarê de tu tiştekî negot. Di wî çaxê de ji 100an zêdetir kes hatin girtin. Bêsûc însan hatin mexdûrkirin. Qetlîamê dan veşartin. Armanca wan ew bû ku Mislimanan biqutifînin. Wan ji holê rakirin. Di derbarê qetlîamê de tehqîqat nehat kirin. Ne lêpirsîn hat kirin ne jî kesî ji me pirsa tiştekî kir.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir