• DOLAR 32.559
  • EURO 34.941
  • ALTIN 2442.117
  • ...
Ji Rahmet Eliyê kermesa alîkariyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rahmet Elî Gida Bankasi ya ku li Wanê di hawîrdora mintiqa Beşyolê de karûbarên xwe bi rêve dibe ji bo malbatên feqîr kermes hat lidarxistin. Kermesa ku gel lê eleqedar dibe dê heta 4ê Hezîranê bidome.

Endamê Lijneya Rêvebirya Rahmet Elî Gida Bankasi Kasim Keklîk diyar kir ku ew wek komele dixwazin ku gel piştgirî bide vî yekê. Lewra ev kermes ji bo malbatên feqîr kermes hatiye lidarxistin.

Dûvre Keklîk di derbarê kermesê de wiha axivî: “Cûrên xwarin û şirînahiyên ku em pêşewaz dikin gelek baş in. Di vî bergehê de em dixwazin ku gelê Wanê pişgirê bibin me. Niha ji hêviya me zêdetir gel beşdarê kermesê dibin. Heke ku bibe nesîb em dê dahata ku dê ji vir were temînkirin bidin malbatên feqîr. Bi vî wesîlê em dixwazin ku çi ji destê gelê me tê di derbarê vî yekê de li kermesa me eleqedar bibe. Ev kermesa ku ji bo malbatên feqîr hatiye vekirin dê heta 4ê Hezîranê bidome. Wextê me hêj heye. Ji ber vî yekê ji xêrxwazan dixwazin ku xwarin bînin vir û piştgirî bidin kermesê.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir