• DOLAR 32.332
  • EURO 35.074
  • ALTIN 2279.523
  • ...
Erdogan ji YEyê re rest kişand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NYyê Ban-Kî Mun re civînek çapemeniyê li dar xist. Erdogan di civîna ku li dar xist de diyar kir heke di derbarê mijara vîzeyê de netîcek neyê hilgirtin dê qanûna lêfetilandinê dernekeve.

Serokkomar Erdogan di civînê de di derbarê muafiyeta vîzeyê de axivî. Erdogan di axavtina xwe de destnîşan kir heke di derbarê mijara vîzeyê de netîcek neyê hilgirtin dê ji nû ve ji bo qebûlkirina penaberan qanûna fetilandinê dernekeve. Dûvre Erdogan wiha diyar kir: “Bila hema her gav kirîterek din pozberê me nekin.”

Dûvre Erdogan axavtina xwe wiha domand: “Di derbarê pejirandina lêfetilandinê de ji 1ê Hezîranê pê ve gavek hebû. Dê di derbarê vîzeyê de jî ji 30ê Hezîranê pê ve gavek din bihatiba avêtin. Niha di derbarê vî mijarê de dê hevalên me hevdîtin bikin. Dê wezîrên me yên YE (Yekitiya Ewrûpayê)  û Karûbarên Derve hevdîtin bikin. Heke netîcek were hilgirtin baş e. Lê heke netîcekî neyê bidestxistin bila qisûrê mêze nekin. Ji Parlementoya Komara Tirkiyeyê dê di derbarê pejirandina lêfetilandinê de biryar an jî qanûnek din qabûl neke. Vî yekê jî min ji wan re rasterast diyar kir. Îro jî ez li vir diyar dikim. Lewra bila hema her gav kirîterek din pozberê me nekin. Vira Tirkiye ye.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir