• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
"Girtina van kesên ku ji ber nasnameyên xwe yên Îslamî ve hatine girtin nayê qebûlkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nivîskar Emîne Şenlîkogluya ku li Semsûrê beşdarê pêşangeha pirtûkan bû ji ÎLKHAyê re axivî. Şenlîkoglu destnîşan kir Ahmet Arslan û girtiyên din ên ku pirsgirêkên wan ên wek tndirustî heyeji ber ku xwedî nasnameya Îslamî ne çendîn sal e ku di girtîgehê de ne.

Şenlîkoglu girtina van kesên dîndar rexne kir û dest nîşan kir ew bawer nake ku ji xeynî Yusûfiyan tu kes wiha zêde di girtîgehê de bimîne girtî. Dûvre Şenlîkoglu axavtina xwe wiha domand: “Gelek însan ji ber ku dîndar bûn û bes dersê Qur’anê dabûn ev çendîn sal e ku di girtîgehê de ne. Ev mana van kesên Misliman ya di girtîgehê de zilm e û bi tu wechê nayê qebûlkirin. Ev mijar min gelek xemgîn dike.”

 “Razana li girtîgehê yên birayên me yên bêsûc bi tu wechê nayê qebûlkirin”

Şenlîkoglu destnîşan kir ku dê ew wek Misliman di derbarê vî mijarê de çi ji destê wê were dê ew pêk bîne. Dûvre Şenlîkoglu wiha pê de çû: “Di derbarê vî yekê de wek Misliman çi ji destê min were dê ez pêk bînim înşaellah. Dê ez biçim cem Serokkomar. Heke hewce bike dê ez bi nivîskaran re biaxivin da ku ev mijar di rojevê de cî bigire. Ji ber vî mijarê hinava min dişewite. Razana li girtîgehê yên birayên me yên bêsûc bi tu wechê nayê qebûlkirin.”

Şenlîkoglu diyar kir ku di holê de çewtiyekî heye û ew bawer dike ku mirov dikare vî çewtiyê telafî bike. Dûvre Şenlîkoglu axavtina xwe wiha pê de bir: “Ji ber paralele kesên ku mexdûr bûbûn hatin tehliyekirin. Dîsa bi qumpas û davika paralelê di derbarê kesên ku wan avêtine zindanan û çendîn sale wek Yusûfî girtîne de tu hewl nayê dayîn. Ev yeka ku ji ber çavê hikûmetê reviye bûyerekî mezin e. Ez bawer im ku ev yek tê telafîkirin. Di derbarê vî yekê de dereng mane.”

 “Di derbarê vî yekê de xebatekî ku deng bide nehat kirin”

Şenlîkoglu bal kişand ji bo kesên ku ji ber nasnameyên xwe yên dîndar çendîn sal e ku di girtîgehê de ne ji cemaetên Îslamî ve tu bertek nehatiye dayîn. Şenlîkoglu wiha dawî li axavtina xwe anî: “Heta niha li Tirkiyeyî di derbarê vî mijarê de xebatekî ku deng bide nehat kirin. Di derbarê vî yekê de bertekek ku deng bide nehat dayîn. Ez di derbarê vî mijarê de bendewar im ku ji Mislimanan bertekek tund were dayîn. Pêwîst e ku ji bo vî yekê bertekek ku rojeva dinyaym de were bihîstin were dayîn. Wek Misliman em di derbarê vî mijarê de gelek dereng man. Divê ku em ji bo bî yekê dest bi tevgerek bikin.” (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir