• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
Dîmenên nû yên Nisêbînê derketin holê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji ber ku PKKyiyan berîqet saz kiribûn û çal vedabûn ji 14ê Adarê pêve qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Ev bû 72 roj ku qedexe didome.

Ji ber ku li navçeyê di taxên Abdulkadîr Paşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Kişla û Zeynel Abîdînê şer bê navber didome di 6 taxan de dû qet kêm nabe.

Li navçeya ku şer didome de roj bi roj texrîbatên nû derdikevin holê. Di taxên Abdulkadîr Paşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr û Zeynel Abîdînê ji ber ku çekên giran hatine bikaranîn, di cade û kolanan de teqemenî hatine înfilaqkirin avahî bûne wekê kavil.

Pasaja Acatlarê bûye wekê rejî!

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê çend roj berê di Pasaja Acatlarê de şewat derketibû. Hat dîtin ku ev pasaj bûye wekê rejî. Wekê ku tê zanîn di 22yê Nîsana 2016an de roja înê berêvarê di Pasaja Acatlara navçeyê de şewat derketibû û eşyayên di pasajê de hemî bûbû wekê rejî. Piştî karûbarên vekujê ev agir bi şiklekî zehmetî hatibû vemirandin. Di dîmenên ku li ser medyaya civakî de hatiye parvekirin dide nîşandan ku pasaj bûye rejî.

Li navçeyê 404 PKKyî hatin kuştin

Li navçeyê di encama qedexeya 72 rojî de 66 polês jiyana xwe ji dest dan. Her wiha Walîtiya Mêrdînê belav kir ku heta niha li navçeya Nisêbînê bi tevahî 404 PKKyî hatine kuştin. 384 berîqet hatine rakirin û hezar û 7 teqemenî hatine îmhakirin. (ÎLKHA)


 











Bu haberler de ilginizi çekebilir