Qezaya trafîkê: 3 birîndar
Di qezaya ku li Êlihê pêk hat de 3 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qeza di derdora seat 13.30an de li ser 15emîn kîlometreya Rêbeja Êlih-Kozlukê pêk hat.Qamyoneta bi plaqeya 07 NAG 70 ji ber ku ajokara wê hakimiyeta dîreksiyonê winda kir qamyonet ji kontrolê derket û qeza kir. Kesên bi navê Medenî Tekîn (35), Cahîde Tekîn (32) û Yagmur Tekîn ên ku di qamyonetê de bûn ji ber qezaya ku pêk hat birîndar bûn.
3 kesê ku birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)