• DOLAR 32.59
  • EURO 34.852
  • ALTIN 2507.365
  • ...
Ji teref ENKSê ve ji ber ku bi zorê xortan dibe şer ji PYDê re bertek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber ku PYD duh di ser çend gundên derdora Amûdê de girtibû û bi zext û zordariyê xortan biribû şer, Meclîsa Neteweyî (ENKS) ji PYDê re bertek nîşan da û bi şikleke tund PYDê şermezar kir.

Di daxuyaniya ku ji teref ENKSê ve îro hat dayîn de  bang li civata navteweyî hat kirin da ku xelkê Kurd ji kiryar û sepanên PYDê mihafeze bike û hat diyarkirin ji encamê  van îhlalên ku ji teref PYDê ve tên kirin ew ê dîsa PYD berpirsîyar bibe.

Di berdewama daxuyaniya ku hatiye dayîn de ji Kurdan hat xwestin da ku di çarçoveya rêyên aştiyane de li dijî van kiryarên PYDê li ber xwe bidin û vê yekê jî bi hewldanan xwe nîşanî raya giştî ya cîhanê bidin.

“Mîlîtanên PYDê bi tevgerên xwe yên terorîstî  zarok û jinên di malan de tirsandin”

Di berdewama daxuyaniya ku hatiye dayîn de wiha hat ragihandin: “Mîlîtanên ku girêdayê rêxistina terorê ya PYDê ne îro di wextên şeveqê de li ser Amûdê û gundên wê de û li ser Malikiye û Girkê Legê de girtin.Warû cihên ku qalên wan hatin kirin mîlîtanên PYDyî li wan deran ketne nava mala siwîlan pîrek jî di nav de hemû kesî teftîş kirin. Van kesan dest danîn li ser çek û amûrên nêçîrê.Mîlîtanên PYDyê yên ku şiara destnedayina xanî îxlal kirine  ji ber kiryarên xwe yên terorîstî  pîrek û zarokên di malan de tirsandin. Her wiha mîlîtanên PYDê gelek xortên ku li van gundan dijiyan ji bona ku wan bibin şer bi zor û zextan digel xwe birin.”

Her weke ku ew ê bê bîran  PYD doh di wextên şeveqê de di ser gundên Amûdê de girtibû û xortên ku hêj temenên wan biçûk bûn ji bona ku di sefên xwe de şer bikin bi  zorê bi xwe re biribûn.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir