• DOLAR 32.482
  • EURO 34.547
  • ALTIN 2472.605
  • ...
Li Nisêbînê teqîn: 6 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Taxa Abdulkadîr Paşaya girêdayê navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya ku hêj jî qedexeya derketina derve didome di dema derbasbûna wesayîta leşkeran de teqîn çêbû.

Hat ragihandin ku li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di Taxa Abdulkadîr Paşayê de di dema derbasbûna wesayîta leşkeran de teqemeniya ku ji teref PKKê ve hatibû bicîkirin hat înfilaqkirin. Di encama înfilaqê de 6 leşker birîndar bûn. Birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e û operasyonên li navçeyê didomin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir