• DOLAR 32.565
  • EURO 34.886
  • ALTIN 2430.335
  • ...
Operasyona 'Saziya Paralelê': 45 binçavî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bergeha lêpirsînê ya rêvebirina Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ve Mêrsîn wek navend di 14 bajaran de di bergeha‘Saziya Paralelê’ de operasyonên heman wextî hat lidarxistin. Hat ragihandin ku di encama operasyonê de 45 kes hatin binçavkirin û lêgerîna 42 kesan jî didome.

Ji teref Midûrtiya Şaxa KOM û Tekoşîna bi Terorê re ve di derdora saetên sibê de li Mêrsîn, Stenbol, Ankara, Edene, Entab, Osmaniye, Kahramanmaraş, Nevşehîr, Riha, Xarpêt, Qeyserî, Entalya û Hatayê di bergeha ‘Saziya Paralelê’ de operasyonên heman wextî hat lidarxistin. Encama operasyonan de 45 kesên ku di nav wan de Midûrê Îstîxbarata Kevin ê Mêrsînê Alî Îhsan Kaya jî hebû hatin girtin.

Her wiha hat ragihandin ku di bergeha operasyonên ‘Saziya Paralelê’ de lêgerîna 42 kesên din jî didome. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir