10 penagehên PKKê hatin dîtin
Li Çewlîgê di encama operasyonên ku li PKKê hat kirin de 10 penageh hatin tespîtkirin. Hat ragihandin ku di van penagehan de melzemeyên cûr bi cûr hatine bidestxistin.
Di çolwara navçeyên Gêxî û Xorxolê li PKKê operasyon hat kirin. Di encama operasyonên ku hatin lidarxistin de 10 penagehên PKKê hatin tespîtkirin û gelek melzme di penagehên ku hatibûn tespîtkirin de hatin bidestxistin.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtiya Çewlîgê ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat belavkirin ku ji teref yekîneyên Fermandariya girêdayê Tugaya Cendirmeyên 2 yemîn a Gexî ve li PKKê operasyon di çolwara navçeyên Gêxî û Xorxolê de hatiye lidarxistin.
Di domahiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 10 penageh hatine tespîtkirin û gelek melzme di penagehên ku hatibûn tespîtkirin de hatin bidestxistin. (ÎLKHA)