Serwîsa xwendekaran qeza kir: 9 birîndar
Li Entabê serwîsa xwendekaran li wesayîta eskeriyê qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de 9 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li navçeya Şahînbeyliya Entabê serwîsa xwendekaran li wesayîta eskeriyê qelibî. Di encama qezaya ku pêk hat de ji 20 xwendekarên ku di serwîsê de bûn 8 xwendekar û ajokarê serwîsê birîndar bûn.Kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.
Di derbarê qezayê de lêpirsîn berdewam dike.(ÎLKHA)