• DOLAR 32.387
  • EURO 35.08
  • ALTIN 2326.31
  • ...
Merkel, piştî hevdîtina bi Erdogan re daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîrê Almanyayê Angela Merkela ku di bergeha Asta Bilind a Însanî ya NYyê de hatibû Stenbolê bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Merkelê ku piştî hevdîtina bi Erdogan re daxuyanî da diyar kir ku dibe muafiyeta vîzeyê di 1ê Tîrmehê de pêk neyê.

Serkwezîrê Almanyayê Merkel di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew di hevdîtinê de di derbarê geşedanên Tirkiyeyê de  eşkere axivîne.

 “Dibe ku muafiyeta vîzeyê di 1ê Tîrmehê de pêk neyê”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di hevdîtina Erdogan-Merkel de ji xeynî siyaseta navîn di derbarê mijara peymana penaberan a di nabeyna Tirkiye-YEyê de pêk hatiye axavtin çêbûye. Her wiha Merkel diyar kir ku di hevdîtinê de dê ew di derbarê qanûnên tekoşîna bi terorê re yên Tirkiyeyê de tu tiştekî neguherînin. Dûvre Merkel axavtina xwe wiha domand: “Heke dabaş guhertin di heftiya beriya me de pêk neyê dê hemî şert û mercên muafiyeta vîzeyan pêk neyê. Di vî bergehê de ez guman dikim kê divê bi Tirkiyê re hevdîtinek din çêbe.”

Her wiha Merkel bal kişand ku serbestiya vîzeyê ya ku Tirkiye di 1ê Tîrmehê de ji hemwelatiyên xwe re plan kiriye dibe ku pêk neyê.

YE, ji bo ku di dawiya Hezîranê de muafiyeta vîzeya were naskirin dixwaze ku Tirkiye ji 72 krîteran 5 krîterîn herî dawî jî bîne cî. Di nav kirîteran de ya herî gengeşeyî terîfa ‘terorê’ ji nû ve were sazkirin û di derbarê qanûnên tekoşîna bi terorê re de reform bike.

Rengdana destnedayînê endîşedar e

Merkel belav kir di hevdîtina ku bi Erdogan re pêk aniye de rengdana destnedayînê endîşedar e. Her wiha Merkel bal kişand ku bi serbixwey çapemenî û darizandinê re parlemento dê xorttir bibe. Dûvre wiha dawî li axavtina xwe anî: “Di vî bergehê de mijarên ku min anîbû bi şiklekî eşkere nehat diyarkirin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir