"Digel xirapkirinan xatirat jî tine bûn"
Xelkê ku ji ser avahiyên bilind, li sikak û kolanên ku lê hatibûn dinyayê û lê mezin bûbûn nihêrtin ji ber ber menzereya ku dîtin diyar kirin digel malên wan xeyalên wan jî xirap bûne.
Xelkê ku ji ser avahiyên bilind, li sikak û kolanên Sûra Diyarbekirê yên ku lê hatibûn dinyayê û lê mezin bûbûn nihertin, ji ber ber menzereya ku dîtin diyar kirin digel malên wan xeyalên wan jî xirap bûne.
Piştî ku qedexeya li kolana 14emîn a Sûra Diyarbekirê hat rakirin re texrîbata li Sûrê cardin derket holê.Nîştecihên Sûrê yên ku bîranîn û zaroktiyên xwe li taxên ku hêj lê qedexe berdewam dikin hiştibûn li sikakên ku qedexe hê nû hatiye rakirin derketin li ser banê avahiyên bilind û bi nêrînên dilbikovan û xemnak li malên ku li wan hatibûn dinyayê û tê de mezin bûbûn temaşa kirin.
Hemwelatiyên ku ev bû 6 meh malên xwe nedîtibûn bi kelecana dîtina malên xwe hewl dan derkevin banê avahiyên bilind. Lê dema ku hemwelatî derketin li ser banan ji ber dîmenên ku dîtin şaşwaz bûn.Lewra li cihên ku lê dinihêrtin ji texrîbatê pê ve tiştek xuya nedikir.
Nexasim li Taxên Fatîhpaşa û Hasirliya ku lê pevçûn dijwar bûbûn hat dîtin gelek mal wêran bûne û hinek mizgeft jî texrîb bûne.Her wiha hat dîtin ji ber pevçûnên ku pêk hatine mînareya Mizgefta Hecî Hemîd bi temamî xirap bûye û kubbeya wê bi çekên giran hatiye texrîpkirin.
Ji bilî mizgeft û malên ku xirap bûne her wiha mektebên li navçê jî wêran û texrîb bûne. Di dîmenan de tê dîtin Dibistana Sileyman Nazîf a mektebeke kevnar e jî ji pevçûnan zirar dîtiye.Di dîmenan de tê dîtin blokeke mektebê seranser xirap bûye
Nîştecihê Sûrê yê ku diyar kir mala wî li ser 4 daîreyan hatiye avakirin diyar kir ji mala wî tenê daireyek maye û ew jî nayê bikaranîn.
Taxa ku zaroktiya min lê derbas bû jî tune ye
Nîşteciyeke din diyar kir ew li malên xwe geriyane lê ji araziya xalî pê ve tu tiştî nedîtine û wiha got: “Ma ev îş e?Ez li mala xwe diğerim lê nabînim.Riprast kirine, di şûna mala min de tu eşya nemaye.Taxa ku zaroktiya min lê derbas bû jî tune ye.”
“Digel xirapkirinê xatirat jî tine bûn”
Nîşteciyekî din ê Sûrê yê ku ji rewşa Sûrê gazî û lome dikir di derbarê mijarê de wiha axivî: “Karê xirapkirinê gelekî hêdî tên kirin ku mirov dikare bibêje êdî xebatên xirapkirinê sekinîne.Berê menzereyeke Sûrê hebû,lê êdî nîne. Dîrokek hebû, lê a niha nîne.Digel xirapkirinan bîranîn me jî tine bûn.”(ÎLKHA)