• DOLAR 32.591
  • EURO 34.823
  • ALTIN 2507.188
  • ...
Cotkarên heremê di nava zehmetiyê de ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cotkarên Rihayê yên ku di van wextên dawî de geh geh dihatin rojevê a niha rojên bi zehmet dijîn.Ji ber qutkirinên ceyranan û ji ber îxtîmala ziwahiyê cotkarên heremê ji bona pêşerojên xwe di nava fikarê de ne û nizanin  çi bikin.

Cotkarên Rihayê di derbarê pirsgirêkên ku ew bi wan re rû bi rû dimînin de  ji ÎLKHAyê re axivîn û derd û kulên xwe anîn ziman. Cotkarên ku derd û kulên xwe anîn ziman  diyarkirin di serê pirsgirêkên ku ew rasta wan tên de qutkirinên ceyranê heye.

Her weke ku tê zanîn berî niha di derbarê vê pirsgirêkê de Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Tabîî  Berat Albayrak, Wezîrê Xurek, Çandinî û Ajalvaniyê Faruk Çelîk û Wezîrê Daristan û  Karên Avê Veysel Eroglu  li Rihayê civînek li dar xistibûn. Cotkarên Rihayî qerara ku di vê civînê de hatibû dayîn nirxandin û diyar kirin bi wan qerarên ku hatine dayîn dîsa kesên ku hatine mexdûrkirin ew in.

“Piştî daxuyaniyên wezîran dîsa ceyranên me tune”

Di derbarê mijarê de Mehmet Elî Sungarê ku li gundê Ayakliya Wêranşara Rihayê cotkariyê dike di derbarê mijarê de diyar kir ew kiryarên ku DEDAŞ li dijî wan dike zilm e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Sala borî DEDAŞ ji serê 100 donimê 10 hezar lîre ji me digirt, lê îsal 20 hezar lîre digire.Ev muameleya ku li me tê kirin zilm e. Her çiqas me sala borî pere dabe jî me rûyê ceyranê nedît.Hefteya borî wezîran li Rihayê civînek kirin.Gelo di wê civînê de nêrîn û fikra kîjan cotkarî guhdar kirin? Wezîr hatin Rihayê û qerarên ku berî niha dabûn daxuyandin.Gelo ji bona ji hebûna an tunebûna ceyranê haydar bibin çûne kîjan gundî?Piştî vê civînê û qerarê dîsa ceyran tunene.Dema ku tê jî pêl bi pêl tê.”

Her wiha cotkarên bi navê Ahmet Ozgeyçî û Fevzî Bedlek jî di derbarê pirsgirêkên ku bi wan re rû bi rû mane  de derd û kulên xwe anîn ziman û ji kesên rayedar teleb kirin da ku çareyekê ji vê pirsgirêkê re bê dîtin.(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir