• DOLAR 32.553
  • EURO 35.017
  • ALTIN 2435.598
  • ...
Dîsa roket kete Kilîsê: 1 mirî 7 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Duh dîsa 5 roketên Katyuşayê ketin Kilîsê.Ji roketên ku ketin Kilîsê roketek îsabetî avahiyekê kir.Ji ber îsabetkitina roketê Nîsa Doner Sezera 5 salî jiyana xwe ji dest da û yek jê giran tevde 7 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin duh di wextên şeveqê de ji  herema Baba Sûriyê 3 roket hatin avêtin û ji ber van roketên ku hatine avêtin yek jê polês tevde 4 kes birîndar bûn.Di heman rojê de di derdora seat 17.00an de cardin ji hêla Sûriyê 5 roketên din ji Kilîsê re hatin avêtin. Ji roketên ku hatin avêtin çend roket îsabetî çend avahiyan kirin. Ji ber teqînên roketan li dikan û malên derdorê zirar pêk hat û her wiha Nîsa Doner Sezera 5 salî jiyana xwe ji dest da û yek jê giran tevde 7 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir