• DOLAR 32.348
  • EURO 35.127
  • ALTIN 2307.9
  • ...
"Dê di nav Sûrê de xebatên xaniyên komelî çênebe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Avadaniyê Cevdet Yilmazê ku ji bo ziyaretê hatibû Diyarbekir di derbarê xebatên Sûrê de daxuyanî da. Yilmaz diyar kir ku dê di nav Sûrê de xebatên xaniyên komelî çênebe.

Yilmaz bal kişand ku navçeya Sûrê ji dîn, çand, taybetiyên bajêr û sehabe û pêxemberan re mazûvantî dike û Diyarbekir bi taybetiyên xwe avadaniya însanê ye.

Wezîr di derbarê îstîmlaqkirina lezgîn de wiha axivî: “ Ji ber ku plana avadana parastinê berê hatiye amadekirin û ji teref şaredariyê ve hatiye pejirandin karê me gelek hêsan e. Di derbarê îstîmlaqkirina lezgîn de propexendeyek qirêj hat kirin. Îstîmlaqkirin desthilatî ye. Ji bo vir desthilatiyekê taybet e. Prppexendeyên ku wek dê malê gel ji destê wan derkeve û karê esnafê jê were sitandin tên kirin rast nînin.”

“Dê di nav Sûrê de xebatên xaniyên komelî çênebe”

Yilmaz diyar kir ku Sûr qelbê herêmê ye. Dûvre wiha pê de çû: “Dê di nav Sûrê de xebatên xaniyên komelî çênebe. Bûyerên ku li Sûrê qewimîn bûn sedema mexdûriyeta gel. Heke ev li derekî din yê dinyayê biqewîna dê rêvebirtiyan gelek zehmetî bikişandina. Ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve 16 hezar milyon lîre hat têrkirin. Îro jî ji 300 kesan zêdetir li otêlan disitirin. Ji bo esnafê me jî 3 milyon 740 hezar lîre hat xerckirin.”

Yilmaz belav kir ku guhertina bajariyî dabaş nînin. Yilmaz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dê nûkirina bajêr çêbibe. TOKÎ dê giranî  zêdetir bide derveyê Sûrê. Dê li Sûrê avahiyên gor avahiyên dîrokî yên Sûrê were lidarxistin. Di derbarê vî mijarê de xebatên Wezîrê Çand û Tûrîzmê heye. Gel di derbarê vî yekê de ji me çi hêvî dike dê TOKÎ pêk bîne. Di derbarê vî yekê de Diyarbekir bextyar e. Derên minasib hene. Xebatên me yên din dê di bergeha Hevsel û geliyê Dîcleyê bibe.”

Wezîr Yilmaz destnîşan kir ku Mizgefta Fatîh Paşayê (Kurşunlu) ji bo wan gelek girîng e. Dûvre di derbarê mijarê de wiha pê de çû: “Di serî de ev mizgeft xebatên me di derbarê hemî mizgeftan de heye. Di vî bergehê de xebatên Wezîrê Hawîrdor û Şaristanî didomin. Di Mizgefta Hz Silêman de xebat hebûn. Bi heman wextê em dixwazin ku ji bo sererastkirina hawîrdor jî bixebitin.” (ÎLKHA)


 







Bu haberler de ilginizi çekebilir