• DOLAR 32.557
  • EURO 34.848
  • ALTIN 2428.494
  • ...
Piştî MYKyê ji Serokwezîr Davutoglu Daxuyanî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîr Ahmet Davutoglu piştî Civîna Lijneya Rêvebiriya Navend a AK Partiyê daxuyaniyên girîng da. Davutoglu destnîşan kir ku dê di 22ê Gulanê de wek civîna derasayî bicivin û dê di civînê de nebe aday.

Davutoglu axavtina xwe wiha domand: “Ez wek Serokwezîrê Komarê ya Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê silav li herkesî dikim. Em ji veguherînên herî girîng derbas dibin. Bûna wek endamê akademiyê, Wezîrên Karûbarên derve û serokwezîr ez gelek şanaz im. Wekê ku hûn dizanin di dîroka 28ê Tebaxa 2014an de min ji Serokê Giştî ya damezrênerê me Recep Tayîp Erdogan vî emaneta pîroz sitand. Dema ku ez îro lê mêze dikim ez qet ji van taybetî û xisûsan dûr neketime û ji dil û can ji bo vî yekî xebitîme. Ez bawerim ku şahidê vî yekî gelê me yê ezîz e. Partiya me di destpêk û derazûyek nû de ye.”

Davutoglû wiha pê de çû: “Em li hev şêwirîn û di encama vî yekê de min biryara civîna derasayî da. Di gel tabloya 20 salî lîderên mixalefetê yên ku hilbijartinê ji dest dane meqamên xwe diparêzin. Çima hûn nabin namzet? Dibe ku hûn pirsekî wiha bipirsin. Gor anketên me yên raya giştî rêjeya rayên me zêde bûye. Têkilî û eleqedariya sernekeftinê bi vî biryarê re tune. Min bi heq û rûmeta xwe vî wezîfê kir. Jiyan her tiştî dide nîşanî însanê. Rêbaz û prensîpên min ên ku ez qet dev jê bernadim hene. Tu wext ez li pey tişta ku min heq nekiriye nerevîm. Min tu wext daxwaziya meqaman nekiriye. Min qet wek hobi liv î meqamê nenêrtiye. Însanê herî qewîn û zexm ew e ku bi xwe re bi şiklekî aştiyane dijî.”

 “Di civîna pêşiya me de di bin van şert û mercan de ez nafikirim ku bibim namzet”

Davutoglu diyar ku lihev şêwirîne û dûvre biryar dane divê ku serokê giştî ya AK Partiyê were guherîn. Dûvre Davutoglu wiha pê de çû: “Beriya rê hevalê rê. Ez dixwazim kesên ku ez bi wan re ketime rê b imin re bibin. Tiştên ku di MKYKya herî dawî de qewimiye û pêşniyaznameya wî ji bo min girîng nînin. Lê min rêya kê tê meşandin li hevaltiyê neanî. Heke hedef û armanc girîng e divê diviya ku me hemiyan mihesebekî bikiraba.”

 “Dê hûn di derbarê Serokkomarê me de tu peyv seh nekin”

Davutoglu wiha pê de çû: “Ji vir pê ve dê ez van hiqûqên bingehê bişopînim. Yekemîn; di nabeyna min û Serokkomarê de hiqûqa biratiyê heye. Ez di derbarê vî mijarê de tu nirxandinê rast nabînim. Ez wek Serekşêwirmendê Serokwezîr, Wezîrê Karûbarên Derve pê re xebitîm. Min civîna ku tê de wezîfe hilanî wek civîna wefayê navand. Çi dibe bila bibe ez sozdarê sozê xwe me. Dê ez têkiliya wefayê bidomînim. Dê hûn di derbarê Serokkomarê me de tu peyv seh nekin. Rûmeta wî rûmeta min û malbata wî malbata min e.” (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir