• DOLAR 32.469
  • EURO 34.744
  • ALTIN 2435.94
  • ...
Kilîs bi roketan hişyarbû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îro dîsa di derdora saetên sibê de ji teref Sûrî ve 3 berikên roketê ket nav bajarê Kilîsê. Di encama vî bûyerê de 4 kes birîndar bûn û hinek avahî û wesayît zirarê dîtin.

Gor agahiyên hatine bidestxistin îro di derdora saetên sibê de ji teref Sûrî ve 3 berikên roketê ket nav bajarê Kilîsê. Berikek îsabetê dîwara ku di nabeyna lîse û Midûrtiya Perwerdehiya Neteweyî a Kilîsê a ku li Taxa Yaşar Ataturkî de bû kir.

Di encama teqînê de di dîwarên lîse û Midûrtiya Perwerdehiya Neteweyî a Kilîsê de xisar çêbû. Roketek din jî ket nêzê wî hawîrdorê. Di encama ketina roketa duyemîn de 4 kes birîndar bûn. Birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê.

20 deqîqe piştî van roketan roketek din jî ket bajêrê. Di encama ketina vî berikê de jî avahiya 5 tebeqeyî ya ku di Taxa Necmettîn Erbaqanî de bû xisar dît.

Hat ragihandin ku 2 kozikên DAÎŞê bi obusan hatiye bombebarankirin û 4 DAÎŞî jî hatine kuştin. (ÎLKHA)


 







Bu haberler de ilginizi çekebilir