• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Bursayê berpirsyarên herêmê yên PKKê hatin binçavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di operasyonên ku li Bursayê hat lidarxistin de ji 4 gumanaran 2yê wî ya ku hat diyarkirin saziya ciwaniya PKKê û berpirsyarên Kongreya Jinên Azad (KJA) ên herêma Marmarayê ne hatin binçavkirin.

Gor agahiyên hatine bidestxistin tîmên Şaxa Tekoşîna bi Terorê re ya Bursayê M.Syê ku di 1ê Gulanê de li ber avahiya Midûrtiya Ewlehiyê bi şiklekê gumanbar xwiya dikir sekinandin. Piştî ku li ser vî kesî lêgerîn hat kirin hat dîtin ku gelek dokuman pê re hene.

Hat diyarkirin M.Syê ku hat binçavkirin berpirsyarê Herêma Marmarayê ya saziya ciwaniya PKKê ye. Piştî ku lêpirsîn bi şiklekî kur hat kirin berpirsyarên Kongreya Jinên Azad (KJA) ên herêma Marmarayê M.T û xwendekarên Zanîngeha Uludagê A.Y û E.Y hatin binçavkirin.

Piştî darizandina van kesan M.S û M.T ji teref dadgehê ve hatin girtin û A.E û E.Y wek bêgirtî hatin serbestberdan. (ÎLKHA)



 





Bu haberler de ilginizi çekebilir