• DOLAR 32.331
  • EURO 35.072
  • ALTIN 2299.086
  • ...
Divê ku li dijî madeyên ziyandar şerek topyekûn dest pê bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Şaxa Mêrdînê yê Cemîyeta Heyvakeskê Lutfu Gulluoglu di derbarê hînbûyiyên ziyandar de ji ÎLKHAyê re axivî. Gulluoglu destnîaşan kir dewlet xumarê wek xumara qanûnî û xumara dereqanûnî dabeş kiriye ev yek çewt e. Divê ku dewlet di derbarê hînbûyinên ziyandar de pêşengî bike.

 “Cixare belaya herî mezin a ku bûye miseletê serê însanê”

Gulluoglu belav kir tekoşîna bi hînbûyiyên zerer û ziyandaran re ne hêsan e. Dûvre wiha axavtina xwe domand: “Lewra ev hînbûnî û edet rastî nexweşiyekî zêhnî ye. Nexweşiyekî zêhnî ya ku divê mirov pê re tekoşîn bike ye. Ev yek bes Tirkîyeyê eleqeder nake. Ev mijar dinyayê jî eleqeder dike. Ez qenaetdar im divê ku mirov wekê şera rizgariyê bi madeyên ziyandar re tekoşîn bike.”

Gulluoglu wiha pê de çû: “Îro bi taybet li herêma me hûn çawa navê wê datînin danin şer heye. Di nav 30 salên dawî de gor reqemên ku çavkaniyên fermî dane 40 hezar însan jiyana xwe ji dest dane. Lê bes kesên ku ji ber cixarê jiyana xwe ji dest dane 100 hezar kes in. Alkolîzm serê xwe hildaye diçe û hemî ciwan bi eraqê dest bi alkolîzmê dikin. Heta carinan qedexeyên di derbarê cixare û eraqê nayê dîtin û reqlama van tiştan tên kirin.”

 “Dewlet xumarê meşrû dike”

Gulluoglu destnîşan kir ku dewlet xumarê wek xumara qanûnî û xumara dereqanûnî dabeş kiriye. Gulluoglu wiha axavtina xwe domand: “Bi taybet di şevên sersalê de an jî di rojên girîng de bi destê dewletê kişandinên wek Piyangoya Neteweyî tê kirin û bi vî yekê re xumarê meşrû dike. Yanê rêvebiran xumarê dabeşê du qisman kirine; xumara qanûnî û xumara dereqanûnî. Ev yek gelek çewt e. Divê ku em bi vî yekê bihesin. Em qenaetdar in divê ku dewlet ji vî yekê re pêşengî neke.”

Gulluoglu diyar kir qedexeya kişandina cixarê ya di qadên sînûrdar de baş nayê teftîşkirin. Divê ku rêvebir girîngiyê bidin vî mijarê. Dûvre Gulluoglu wiha axavtina xwe domand: “Yanê bes ev yek bi derketina qanûnê sînûrdar dibe. Ramana me ew e divê ku ev qanûn li her derê were tetbîqkirin.” (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir