• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Divê kesên ku PKKyiyan derman kirine werin cezakirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Saglik-Senê Nurhak Ensarîoglu di derbarê lêpirsîna ku di derheqê netedawîkirina polês û leşkeran hatiye destpêkirin de nirxandin kir. Ensarîoglu diyar kir ku wezîfe û peywira xebatkerên tendurustiyê ew e ku jiyana însanan xelas bikin. Her wiha Ensarîoglu diyar kir pêwîst e ku kesên ku wek dereqeyd PKKyiyan tedawî kirine werin darizandin.

Wekê ku tê zanîn di derbarê tedawîbûna PKKyiyên ku di bûyerên 6-7ê Cotmeha 2014an de gelek însanên bêsûc qetilkiribûn de delîl û dokuman di raya giştî de cî girtibûn û derketibû holê ku hinek nexweşxaneyên dewlet wekê ku di bin kontrola PKKê de ne hereket dikirin.

Di derbarê vî mijarê de Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Saglik-Senê Nurhak Ensarîoglu wiha axivî: “Li Diyarbekirê nêzî 2 milyon însan hene û ev bajêr ji herêm re xizmet dike. Lê di gelek beşan de kêmasiya nexweşxaneyan heye. Wekê ku hûn dizanin nexweşxaneyên li Diyarbekirê him ji gelê herêm re him jî ji welatên xwe yên cîran re xizmet dike. Nexweşxaneyên ku di gelek qad û beşan de pêwîset e ku xizmet bide lê tune dibe sedema pirsgirêkan.”

 “Çawa ku ewlehiya gel girîng e bi heman şiklê tendirustiya gel jî girîng e”

Ensarîoglu diyarkir ku li Sûrê bê navber 24 saet ambulans amade ne û li Sûr û Baglarê dema ku qereqol were sazkirin dê dûbare di binkeyên tendirustiyê de xizmet were dayîn.  Dûvre Ensarîoglu axavtina xwe wiha domand: “Ji bo ku gel mexdûr nebe me bi hemî kesên siyasî û îdarî re hevdîtin kir. Em dixwazin ku gel mexdûr nebe. Çawa ku ewlehiya gel girîng e bi heman şiklê tendirustiya gel jî girîng e.”

 “Divê kesên ku PKKyiyan derman kirine werin cezakirin”

Ensarîoglu diyar kir ku wezîfe û peywira xebatkerên tendurustiyê ew e ku jiyana însanan xelas bikin. Her wiha Ensarîoglu diyar kir pêwîst e ku kesên ku wek dereqeyd PKKyiyan tedawî kirine werin darizandin. Dûvre Ensarîoglu wiha pê de çû: “Ji destpêkirina lêpirsîna ku li nexweşxaneyan di derheqê PKKê de destpêkiriye pê ve divê ku têketin û derketina nexweşxaneyan bi şiklekî baş were kontrolkirin. Divê ziman, dîn û irq ji bo tedawiyê nebe asteng. Lê divê kesên ku wek dereqeyd tên nexweşxaneyan neyên dermankirin. Divê kesên ku PKKyiyan derman kirine werin cezakirin.” (ÎLKHA)


 





Bu haberler de ilginizi çekebilir