• DOLAR 32.55
  • EURO 34.974
  • ALTIN 2443.994
  • ...
Darizandina kesên ku 'xweserî' îlankiribûn dest pê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Êlihê darizandina ewil yên kesên ku ‘xweserî’ îlankiribûn wekê hevserokên Şaredariya Êlihê Sabrî Ozdemîr û Gulîstan Akel û Serokê Bajêr ya DBPyê Mehmet Candemîr ên ku di nav wan de bûn 1ê wî girtî bi tevahî 56ên bersûc dest pê kir.

 Ji ber ku li dadgehê kêmasiya salonan hebû doza ku di Dadgeha Cezaya Giran a 2yemîn de dihat dîtin di saet 10.00an de li Salona Konferansa Navenda Çandê ya Êlihê dest pê kir.

Nêzê 50 parêzer, bersûc û xizmên wan û rêvebirên Serokatiya Bajêr ên HDP/DBPyê beşdarê niştinê bûn. Hat ragihandin ev niştina ku di ewlehiyekê zêde de pêk hat dê 3 roj bidome.

Di idîanamê de ji ber ku di 15ê Tebaxa 2015an de li Taxa Baglarê di bergeha telîmatên PKKê de xweserî hatibû îlankirin bi hinceta sûcê ‘xirabkirina yekitiya dewlet û welatê’ di derbarê 56 kesan de cezaya sermedî tê xwestin. (ÎLKHA)



 













Bu haberler de ilginizi çekebilir