• DOLAR 32.597
  • EURO 34.808
  • ALTIN 2500.14
  • ...
Li Dêrikê êrîşa bombeyî li qereqola cendirmeyan hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Qereqola Cendirmeyan a Sêriyanê ya ku di nabeyna Qosera Mêrdînê û Wêranşara Rihayê de ye bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat kirin. Di encama êrîşê de eskerek jiyana xwe ji dest da û yekê wî giran bi tevahî 6 kes jî birîndar bûn.

Gor agahiyên hatine bidestxistin doh bişev di derdora 01.00an de li Qereqola Cendirmeyan a Sêriyanê ya ku di nabeyna Qosera Mêrdînê û Wêranşara Rihayê de ye ji teref PKKyiyan ve bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat kirin. Di encama êrîşê de eskerek jiyana xwe ji dest da û yekê wî giran bi tevahî 6 kes jî birîndar bûn.

Ji birîndaran 2 esker û pîrekekê ya ku di lojmanan de dimaniya bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Birîndarên din jî rakirin nexweşxaneyên din.

Hat ragihandin rewşa eskerekî yê ku wek birîndar rakirine nexweşxanê xedar e û wî hilanîne emeliyatê. Rewşa birîndarên din baş e. (ÎLKHA)



 









Bu haberler de ilginizi çekebilir