• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Xelasiya Ummetê ji Qudsê derbas dibe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokê Giştî yê Yekitiya Alim û Medresan (Îttîhad’ul Ulema) Mehmet Şenlîkbal kişand ser Qendîla Mîracê ya ku Hz Muhemmed (sxl) di wî şevê de ji Mescîdê Heram çûye Mescîdê Eqsayê û ji vir jî derketiye hizûra Xwedê Teala. Dûvre Şenlîk diyar kir ku xelasiya Ummetê ji Qudsê derbas dibe.

Şenlîk diyar kir ku Hz Muhemmed ji ber wefata Hz Hatîce û mamê Wî Ebu Talîb gelek xemgîn bûye û hedîseya Îsra û Mîracê di wextekî wiha dilteng de hatiye. Dûvre Şenlîk axavtina xwe wiha domand: “Xweda di wextekî wiha dilteng de bang li Wî kir û Wî bir hizûra xwe da ku bi qiwet û zexim bibe. Bi wesîla vî yekê em jî wekê ku Pêxemberê me yê ku di wextekî kovandar de hizûrê dît îşev em jî wekê ku dê Xweda bibînin. Îşev ji bo qencî û mesleheta Ummetê ji bo ku kesên tengasiyê de ne re dia bikin.”

 “Ji ber ju Quds noqteya ku Pêxemberê me derketiye Mîracê ye ji bo me girîng e”

Şenlîk bal kişand ser giringiya Qudsê û wiha pê de çû: “Xweda dikariya bang li Hz Muhemmed (sxl) bikiraba ku rasterast ew ji Mescîdê Heramê biçûya cem Xwedê Teala. Lê ji wir çû Mescîdê Eqsayê û dûvre bang li Wî kir bir hizûra xwe. Di vî yekê de gelek peyamên girîng ji Mislimanan re heye. Quds ji ber noqteya ku Pêxemberê me derketiye Mîracê ye ji bo Ummetê girîng e. Her wiha Quds ji Yahudî û Xirîstiyanan re jî girîng e. Lê ji ber ku ji bo Mislimanan rêya Mîracê ye ji bo Mislimanan girîngtir e. Ji ber wî yekê rêya bilindbûna me ji Qudsê derbas dibe. Pêxemberê me ji wir bilind bûye. Îro jî rêya me ya xelasiyê ji Qudsê derbas dibe. Divê ku dilê Mislimanan her tim ji bo Qudsê biavêje û ji bo ku dûbare xilas bibin divê ku Ummet di nav yekitî û biratiyê de bixebite. Bi wesîla vî yekê ez hêvîdar im ku Quds ji nû ve rizgar bibe û Ummet jî hişyar bibe. Ji ber vî yekê ez Qendîla Mislimanan tebrîk dikim.”

Welatiyên ku di derbarê vî mijarê de xwestin ku fikr û ramanên xwe bînin ziman ji ÎLKHAyê re axivîn.

Ji welatiyan Hasan Geçtî temenî kir ku Misliman bi şeva Mîracê re têkevin nav rehetî û aramiyê. Dûvre Geçtî wiha pêde çû: “Îro Mîrac e. Înşaellah Misliman piştî vî şevê têkevin nav hizûr û aramiyê. Mîraca ku ji Qudsê bilind bûye îro di nav feryad û fîxanan de ye. Divê ku Misliman baş bifikirin ku çima ev roj ji bo Mislimanan girîng e. Pêxemberê me (as) ji Mekkê çûye Qudsê û ji Qudsê jî çûye hizûra Xwedê Teala. Hz Muhemmed ji me re ji Mîracê gelek tişt aniye. Wek mînak nimêj. Divê ku hemî Misliman di derbarê nimêjê de hesas bibin.”

Emrullah Erdem jî diyar kir ku şeva Mîracê şevekî gelek mibarek û miqeddes e. Erdem axavtina xwe wiha domand: “Înşeallah em dê heqê vî şevê bikaribin bidin. Em dibînin ku gel bûye harisê malê dinê. Ji ber ku gel bi malaê dinê re meşxul e van şev û rojên bimbarek ji bîr ve kiriye. Înşaellah heke Xwedê Teala bike nesîb em dê vî şevê baş îdraq bikin. Qendîla Mîracê bibe wesîla xêr û bereketê.” (ÎLKHA)



 











Bu haberler de ilginizi çekebilir