• DOLAR 32.379
  • EURO 35.022
  • ALTIN 2326.145
  • ...
Doza Aytaç Baran dîsa hat taloqkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

2yemîn rûniştina doza ku di derbarê qetilkirina Serokê Yenî  Îhya-Derê Aytaç Baranî  de hatibû vekirin di seat 14.00an de li 2yemîn Mehkemeya Cezaya Giran a Qeyseriyê hat dîtin.

Mehmet Baranê bavê Aytaç Baranî , Serokê Bajêra Qeyseriyê yê HUDA PARê Mahmut Samî Goktaş û gelek zêde parêzer û temsîlkarên STKyan beşdarî dozê bûn.

Hat hînbûn ji hêla hember tu kes beşdarî dozê nebûye û hinek daxwazên ku ji teref Parêzer Abdulganî Orhan ve ji lijneya mehkemê hatibûn xwestin hinek hatin qebûlkirin û hinek jî nehatin qebûlkirin.

Mehkeme rûniştinê taloqî 12ê Tîrmeh 2016an kir.

Piştî rûniştinê parêzerê dozê Orhan daxuyanî da

Piştî rûniştina ku hat dîtin Parêzer Abdulganî Orhan di derbarê dozê de ji endamên çapemeniyê re daxuyanî da û bi bîr anî telebên wan ên rûniştina ewil  hatibûn redkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mehkeme hinek telebên me qebûl kir.Nexasim  dîmenên cuda hene ku yek ji wan dîmena berî çend deqîqe li ber komelê hatiye girtin û ya duyemîn jî du dîmenên cihê ku Aytaç lê hatiye qetilkirin.Di van dîmenan de 3 kes xuya dikin. Me berî niha daxwaz kiribû ku ev kes ji kesên pêzan ango pîspor re bên şandin da ku nasnameyên wan bên tesbîtkirin û ev kes wek bersûc tevlî dosyayê bên kirin.Mehkeme di vê rûniştinê de vê teleba me qebûl kir.”

Orhan di berdewama axavtina xwe de diyar kir doza ku di derbarê qetilkirina Aytaç Baranî de li Diyarbekirê hatibû vekirin berdewam dike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me nimreyên ku bi vê lêpirsînê têkildar in teqdîmê mehkemê kir. Her wiha me teleb kir ew kesên ku di wê dosyayê de ne wek sifata bersûc beşdarî vê dosyayê bên kirin.Mehkeme ji ber ku kesê pêzan neçûya doza li Diyarbekirê, dozê taloqî 20 Gûlanê kiriye û ji ber kêmasiyên din rûniştina di derbarê vê dozê de hatiye taloqkirin. Rûniştina 3yemîn a vê dozê ew ê di 12ê tîrmeha 2016an de  bê dîtin.”

Orhan herî dawî diyar kir  ew ê şahidê veşartî li Diyarbekirê di 20ê vê mehê bê guhdarkirin.Ji ber vê yekê ew ji mehkemê teleb kirine da ku jê pirsa bikin, lê mehkema ji ber hinceta ewlehiyê vê beşdarbûnê qebûl nekiriye û ji wan re gotiye hûn dikarin bi şikleke nivîskî pirsên xwe ji kesê şahidê veşartî bipirsin.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir