• DOLAR 32.322
  • EURO 35.15
  • ALTIN 2292.96
  • ...
35 PKKyî hatin kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serfermandarî li ser malpera înternetê diyarkir di operasyonên ku li Mêrdîn, Şernex, Colemêrg, Diyarbekir Qendîlê hat kirin de bi tevahî 35 PKKyî hatine kuştin.

Li Mêrdînê di operasyonên herî dawî de 6 PKKyî hatine kuştin. Bi vî 6 kesê re li Mêrdînê heta niha 324 PKKyî hatine kuştin û 750 teqemenî hatiye îmhakirin.

Li Şernexê 7 PKKyî hatine kuştin. Bi vî 7 kesê re jimara PKKyiyên ku hatine kuştin bû 296 û bi tevahî heta niha 847 teqemenî hatiye îmhakirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku li navçeya Çelêya Colemêrgê PKKyiyek hatiye kuştin.

Li Lîcê 3 PKKyî hat kuştin

Hat belavkirin ku li navçeya Lîceya Diyarbekirê 3 PKKyî hatine kuştin. Her wiha di encama operasyonên ku di navçeyê de hat lidarxistin de Bîksiyek, 8 keleş, tifingek M-16yê, 50 funyeyên ceyranê û makînekê wêneyan hatiye bidestxistin.

Li Qendîlê 18 PKKyî hatin kuştin

Ji teref TSKyê ve operasyon li Qendîla Bakûra Iraqê hat lidarxistin. Di operasyona ku wek hewayî li Qendîlê hat lidarxistin de şikeft û mewziyên PKKê hatin hedefgirtin. Hat ragihandin ku di encama vê operasyonê de 18 PKK yî hatine kuştin. (ÎLKHA)


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir