• DOLAR 32.541
  • EURO 34.897
  • ALTIN 2489.42
  • ...
Platforma Evîndarên Pêxember peyama Qendîla Mîracê weşand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber minasebeta Qendîla Mîracê ya ku dê îşev bê îdrakkirin Platforma Evîndarên Pêxember peyamak weşand.Di peyama ku hat weşandin de Qendîla Mîracê ya Mislimanan hat tebrîkkirin.

Di peyama ku hat weşandin  de qala Îsra û Mîracê hat kirin û bal hatin kişandin li ser peyama îlahî yên van mucîzeyan.Her wiha di peyamê de li ser îkramên îlahî yên mîna nimêj û tiştên din ên ku di vê şeva mibarek de Xweda Teala ji Mislimanan re teqdîm kiriye hat rawestin.

Di dûmahiya peyamê de wiha hat ragihandin: “Di van rojên ku erdnigarîya me ketiye nava îxtîlafan de û di van rojên ku war û welatên me bi destên zalim û kafiran tên wêrankirin de divê em destên xwe ji Xweda re vebikin û ji bona yekîtî û digelhevbûna ummeta Îslamê dua bikin. Bi heman awayî divê em xwînên birayên xwe yên ku li Sûrî, Irak, Çeçenya, Arakan û her wiha li alema Îslamê diherikin bi bîr bînin û divê em tefekkur bikin.Her wiha ji bona ev tefrîka ji rastê bên rakirin em berê xwe bidin Xweda û em jê re îltîca bikin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir