• DOLAR 32.587
  • EURO 34.824
  • ALTIN 2512.213
  • ...
Ji HUDA PARê peyama Qendîla Mîracê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Navenda Giştî ya HUDA PARê bi minasebeta Qendîla Mîracê ya ku dê îşev were derkkirin peyam weşand. Di peyamê de hat diyarkirin baweriya civakî bes bi fêmkirina peyama Mescîda Eqsayê re mimkun e.

Di destpêka peyamê de wiha hat destnîşankirin: “Nimûneya edalet û rastiyê Hz Muhemmed (sxl) şeva Mîracê di demekî ne diyar de mezherê kerema Rebbê xwe bû. Em di kelecana îhyakirina vê şeva Mîracê de ne.”

Dûvre peyam wiha hat domandin: “Ev rêwîtiya bi fedl û fezîlet ya ku di şexsiyeta Pêxemberê me de pêk hatiye şert û mercên ciyên fizîkî çi dibe bila bibe ji ber ku biha û qiymeta mirovahiyê ya di nezdê Xwedê Teala de dide jiyandin û bi heman şiklê derdixe holê gelek girîng e.”

Her weke ku tê zanîn îro alema Îslamê di behrên zilmê de noq bûye û ji heyamên herî tarî heyamekî dijî. Di van rojên bi vî awayî de pêwîst  e ku em dîsa bi nirxên Îslamî û însanî yên ku Hz. Muhammed ji asta melekan derxistîye astekî jortir û wî gihaştandiya sira di ayeta 9emîn a Sûreya Necmê xwedî derkevin û xwe bi wan ve bigirin.Em mecbûr in ku vê  yekê bikin.”

 “Mîraca ma ya civatî bi îdrakirina peyama ku Mescîda Eqsayê di nav xwe de dihewîne mimkûn e.”

Di berdewama peyamê de qala girîngîya Mescîda Eqsayê hat kirin û wiha li peyamê hat zêdekirin: “Mîraca ma ya civatî bi îdrakirina peyama ku Mescîda Eqsayê di nav xwe de dihewîne mimkûn e.Her wiha mîraca ya ferdî jî ew ê encax bi fêmkirina taybetî û xusîsiyetên ku Hazretî Muhammed kirine însanekî ‘Emîn û Adil’ bibe mimkûn.”

Di dawiya peyamê de ji Xweda Teala  ji bona misliman ji nîfak, fitne û cudahiyan dûr bisekinin niyaz hat kirin û Qendîla Mîracê ya Alema Îslamê hat pîrozkirin.(ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir