• DOLAR 32.45
  • EURO 34.768
  • ALTIN 2439.955
  • ...
Li Trabzonê bernameya Wîladeta Pîroz hat tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xelk eleqe ji bernameya ku li Navenda Çandê yê Erol Gunaydina Trabzonê hat tertîpkirin re nîşan da.Bernameya Wîladeta Pîroz bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir û bi xwendina îlahî û helbestan berdewam kir.

Di bernamê de Lêkolîner- Nivîskar Ozkan Yaman di derbarê girîngîya bernamê û rojê de axavtinek kir.Ozkan di destpêka axavtina xwe de diyar kir ummeta Îslamê a niha di pêvajoyeke pir bi zehmet  de ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji demê dijwar û giran derbas dibin. Dijminên Îslamê li her derî hewl didin Mislimanan bi fitne û bi fesadiyan ji hev parçe bikin. Di pêvajoyeke wisa de penageha me tenê eşqa me ya li dijî Hz. Muhammed e. Alema Îslamê di paşarojê de gelek êş û elem kişand û her wiha alema Îslamê hat îşxalkirin û Misliman jî hatin qetilkirin. Lê belê çawa ku  me di paşarojê de van pirsgirêk, êş û eleman bi sunneta pêxemberê xwe li pey xwe hiştibe bi heman awayî  îro jî em karibin bi reçeteya ku Hz. Muhammed ji me re teqdîm kiriye van pirsgirêkan li pey xwe bihelin û ji wan xelas bibin.Tu zehmetî û pirsgirêk nikare xwe li ber eşq û muhabbeta Wî bigire.

Yaman di berdewama axavtina xwe de diyar kir bi hatine Hz. Muhammed herî zêde pîrek gelek tiştan qezenc kirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berî niha pîrekan nedixistin şûna însanan, ango wan însan nedihesibandin.Lê belê bi hatina Hz. Muhammed cennet li bin pêyên pîrekan hat raxistin.Bi vî awayî pîrek derketin astekî jor.”(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir