• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Pêşniyaza qanûna destnedayîniyê hat qebûlkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Pêşniyaza  ‘rakirina destnedayîna parlementerên ku di derbarê wan de dosya heye’ ya ku ji teref AK Partiyê ve hatibû dayîn û di Lijneya Makeqanûna Meclîsê de dihat dîtin hat qebûlkirin.

Lijneya Makeqanûna ku di serokatiya Parlementerê Stenbolê ya AK Partiyê Mustafa Şentopê de civiya pêşniyaza destnedayîniyê hilanî dest.

Civîna ku li salona lijneya avahiya têkiliyên bi gel re ya nüye hat lidarxistin ji bo ku parlmenter nemînin li ser piyan wek sînûrdar cî da nûnerên çapemeniyê.

Di encama dengdana ku bi rayên nûnerên lijneya AK Partî, CHP û MHPê hat dayîn de pêşniyaza  ‘rakirina destnedayîna parlementerên ku di derbarê wan de dosya heye’ hat qebûlkirin.

Di encama vê yekê de di lijneyê de pevçûn derket û parlemnterên HDPyî lijneyê bi sloganên ‘bijî serok Apo’ re terk kirin. (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir