• DOLAR 32.527
  • EURO 34.815
  • ALTIN 2429.704
  • ...
Ji Hîcranê re mizgîniya alîkariyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji Hîcrana 20 salî ya ku nexweşê pençeşêra hestiyêye û ji ber vê yek 2 roj berê bi wesîla ÎLKHAyê ji xêrxwazan alîkarî xwestibû re mizgîniya alîkariyê hat. 2 roj berê Hîcranê ku ji ber nexweşiya xwe Tirkiyeyê giriyandibû ji ber mizgîniya alîkariyê gelek kêfxweş û xweşhal e.

Hîcran Çakarê 20 salî ya ku li navçeya Artukluyê di Taxa Eryeriyê dijî 4 sal berê dûçarê nexweşiya pençeşêra hestiyê bûbû û ji ber vê nexweşiyê li Stenbol û Diyarbekirê di nexweşxaneyên cûr bi cûr de tedawî bûbû.

Di derbarê nexweşiya Hîcranî û deynê ku di pêvajoya nexweşiya Hîcranê çêbûbû de malbata Çakarê ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re axivîbû û ji bo vî yekê daxwaziya alîkariyê kiribû.

Hîcranê 2 roj berê ji ber nexweşiya xwe wek girîyandî gotibû; ‘Ez dixwazim baş bibim, ji kerema xwe re alîkariya min bikin.`

Ji rewşa Hîcranê ya ku hinava mirov dişewitand re xêrxwaz bê deng neman. Xêrxwazan li ajansê geriyan û diyar kirin ku dê mesrefa nexweşxaneya Hîcranê ew têr bikin.

Li Mêrdînê pisporan Hîcranê muayene kirin û diyar kirin ku ev nexweşî di Nexweşxaneya Faqulteya Tibê ya Zanîngeha Hacettepê de tê tedawîkirin. Hat ragihandin ku dê Hîcranê roja çarşemê biçe Enqerê.

Di derbarê vî yekê de Hîcran wiha axivî: “Piştî ku ev xeber di ÎLKHAyê de hat weşandin xêrxwazan lê me geriyan û diyar kirin ku dê mesrefê nexweşxanê têr bikin. Divê ku tedawî li Enqerê were kirin. Înşaellah dê ez roja çarşemê biçim Enqerê û li wir muayene bibim. Dema ku xêrxwaz mesrefa tdawiyê têr bikin înşaellah dê ez wek berê bigihêjim tendirustiya xwe. Xwedê Teala ji niha pê ve alîkariya xêrxwazan qebûl bike.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir