• DOLAR 32.514
  • EURO 34.957
  • ALTIN 2436.094
  • ...
Hat diyarkirin ku êrîşa li Bursayê PKKê lidar xistiye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin heftiya borî roja çarşemê êrîşa bombeyî ya ku li ber Mizgefta Mezin a Bursayê pêk hatibû PKKê li dar xistiye. Di derbarê vî yekê de 6 kes hatin girtin.

Hat diyarkirin navê xwekujê ya ku êrîşê pêk anîbû Eser Çalî ye (24) û her wiha Îdirî ye û wek navê qod Asya Glidag dihat zanîn.

Her wiha hat ragihandin kut ê gumankirin xwekuj Eser Çaliya 24 salî ya êhlê Îdirê ye. Hat diyarkirin ku dê malbata Eser ji bo ku nimûneya DNAyê jê were sitandin were dîtin û nasnameya wê bi şiklekî baş were eşkerekirin.

Di bergeha vê êrîşê de ji teref derdozgeriya komarî ve xebat dest pê kiribû û di encamê vê xebat û tehqîqatê de 8ê wî jin bi tevahî 17 kes hatin binçavkirin. Piştî lêpirsîna van kesan 11 kes hatin serbest berdan û ji gumanbaran Emîne K. Û xuhaya wê Tuba K, Ummu Gulsun M, Zekîye Z, Mîthat T û Îsa C, ji teref dadgehê ve hatin girtin. (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir