• DOLAR 32.514
  • EURO 34.957
  • ALTIN 2436.094
  • ...
Dîsa berikê roketê ket Kilîsê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Sûrê ve 2 berikên roketê ketin bajarê Kilîsê. Di encama vê yekê de 4 kes birîndar bûn gelek wesayît û avahiyan zirarê dîtin.

Li Kilîsa ku ev demekê dirêj e tim û tim berikên roketan dikeve wir îro dîsa di derdora saet 07.00an de ji teref Sûrî ve 2 berikên roketê ket nav bajarê.

Roketa ku ji aliyê herêma Babê ya ku di bin kontrola DAÎŞê ye ve hat ket parqa wesayîtan a ku li Taxa Şehît Sakipê. Di encama vê yekê de gelek avahî û wesayît zirarê dîtin.

Piştî vî teqînê di derdora saet 11.10an de berikê roketek jî ket Taxa Kartalbeyî. Hat ragihandin ku di encama ketina vî berikê jî birîndar hene. (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir