• DOLAR 32.505
  • EURO 34.963
  • ALTIN 2434.011
  • ...
"Pirsgirêka me ya herî mezin bêkarî ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kargeran roja îro ku wek Cejna Karger û Kedê ya1ê Gulanê tê hesibandin ji ÎLKHAyê re axivîn û diyar kirin ku di serê pirsgirêkên wan de bêkarî tê.

Cejna Karger û Kedê ya1ê Gulanê li gelek derên welatê tê pîrozkirin. Kargeran diyar kirin bi taybet ji ber şerê Iraq û Sûrî gelek însan koçê herêma Rojhilata Başûr û Herêma Rojhilatê kirine. Ev yek jî bûye sedema zêdebûna bêkarbûnê.

Wekîlê Serokê Komeleya Avahîkerî û Çêkerê Mustafa Yildirim diyar kir ku rêjeya bêkariyê zêde ye. Dûvre Yildirim axavtina xwe wiha domand: “Qehwexane tîje dibin. Mixabin qadên karûbaran kêm bûne. Li herêma ku bûyerên terorî diqewimin sermaye nemaye. Em hêvîdar in ku dawî li bûyeran were û sermaye dûbare were ku karkerên înşeatê yên ku yexayên wan qirêj û destên wan ên cedew belkê wî çaxê cejin bikin. Di derbarê vî yekê jî wezîfeya herîgirîng ya dewletê ye.”

Yildirim diyar kir ku di derfetên gelek zehmet de dixebitin û mafê wanê bîmê sererastî nayê razandin. Dûvre Yildirim axavtina xwe wiha domand: “Mixabin ekserên xwedî karan bîmên karkerên ku cem xwe didin xebatê sererast ranazînin. Dema ku ez wek karker li cem xwediyê karê xwe dixebitîma wî bes mehekî bîma min radizand. Ji bo ku ev neheqî were çareserkirin divê ku Wezîrê Ewlehiya Xebat û Civakê mekanîzmaya kontrolkirinê bide xabatê.”

Ji karkeran Î,Ayê ku diyar kir ji saetên sibê pêve diçin qehwexanê û arinan heta nîvro carinan jî heta êvarê wextê xwe li wir derbas dikin. Dûbre Î.A, axavtina xwe wiha domand: “Pirsgirêka me ya herî mezin bêkarî ye. Em gelek hêviya vê yekê dimînin. Lê di gel vî yekê gelek caran em nikarin kar bibînin. Di heftê de bes carek an jî du car em dikarin nixebitin. Derfetên me yên dîtina karê ya bi rêkûpêk tune. Berê em di ÎŞKURê de dixebitîna lê niha ji ber ku hemî terpîl e bes kesên ku naskiriyên wan hene.”

Ji karkerek din M.B, diyar kir ku wek herkesî pirsgirêka wî jî ya herî girîng bê karî ye. Dûvre M.B, wiha pê de çû: “Ez niha deyndar im û ji ber vê yekê ez bi malbata xwe re gengeşe dikim. Ji bo ku ez vê yekê diyar bikim min ji serokwezîr re name şand. Dûvre walîtî gazî min kir û min şand qeymeqamtiyê. Wan jî berê min dan wexfê. Heta niha di derbarê vî yekê de tu geşedan tune.”

M.B, diyar kir 3 sal e ku ji bo karê serî li ÎŞKURê daye. Lê di gel vê yekê tu karê nedîtiye. Her wiha M.B, belav kir fatureya ceyranê ya ku her meh nêzê 70 lîre tê nikare razîne. Ji ber vê yekê ew hêvîdar e ku ji vê yekê re çareseriyekê were dîtin. (ÎLKHA)



 















Bu haberler de ilginizi çekebilir