• DOLAR 32.324
  • EURO 35.141
  • ALTIN 2295.944
  • ...
SON DAKİKA
Di nabeyna gundî û zabiteyan de pevçûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Gundê Xeciteya navçeya Çinarê di nabeyna gundiyên ku naxwazin li ser erda hezar û 200 donimî projeya Saziya Bermayî ya ku ji teref Şaredariya Mezin û Serokatiya Hawîrdor û Şaristnî ya Yekitiya Ewrûpayê ve tê sazkirin pêk were û zabiteyan de pevçûn derket.

Di nabeyna nişteciyên gund ên ku naxwazin li gundê wan Projeya Rêvebiriya Bermayî were sazkirin û zabiteyan de pevçûna çek, kevir û çovan derket. Di encama pevçûnê de 3yê wî giran bi tevahî 7 kes birîndar bûn. Li ser ku îxbar hat kirin ji teref cendirmeyan ve tedbîrên ewlehiyê hat girtin.

Kesên ku di encama pevçûnê de birîndar bûn bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Diyarbekirê.

Gundiyan diyar kir ji ber ku erdên wan ji wan sitandine di gund de heywandarî û ajaldarî sekiniye. Ji ber vê yekê ew wek gundî naxwazin ku li gundê wan Projeya Rêvebiriya Bermayî were sazkirin. Her wiha gundiyan diyar kirin ku di derbarê dabaş mijarê de mehkeme didome û bertek ji şaredariya Diyarbekirê re nîşan dan.

Berê jî gundiyan ji bo vê yekê wek bertek xwepêşan nîşan dabûn û diyar kiribû bi çi şiklê dibe bila bibe dê ew misade nekin ku li gundê wan Projeya Rêvebiriya Bermayî were sazkirin. (ÎLKHA)


 

















Bu haberler de ilginizi çekebilir