• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Bêtehemûliya Wîladeta Pîroz û Îmam Xetîban
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Karataşa Edenê ji teref kes/kesên ku nasnameyên wan nediyar in ve li bin afîşên Wîladeta Pîroz nivîsên li dijî Pêxember hatin nivîsandin.

Nivîsên ku hatine nivîsandin dide nîşandan ku hinek kes hewl didin ku bernameya Wîladeta Pîroz sabote bikin.

Serokê Yekitiya Malbatan ê Dibistana Îmam Xetîba Karataşê Îsmaîl Bulut di derbarê mijarê de daxuyanî da. Bulut di daxuyaniyê de wiha diyar kir: “Li her derê navçeyê afîş hene. Lê bes li bin afîşên ku diwarên Îmam Xetîbê hatine aliqandin nivîs hatine nivîsandin. Ev yek jî gelek watedar e. Em dê giliya wan ji Serdozgeriyê re bikin.”

Her wiha Bulut diyar kir çalakiyên wiha yên ku kîn û dijmintiyê tehrîk dikin zirarê dide civakê. Ji ber vê yekê divê ku berpirsyarên van çalakiyan werin dîtin.

Kes/kesên ku vî yekê kirine di malpera înternetê de vê yekê parve kirine. Her wiha hat dîtin ku heman kes ji bo ku di 1ê Gulanê de li ber Egîtîm-Senê bicivin bangewaziya gel kirine.

Gor agahiyên hatine bidestxistin li navçeyê ji roja ku Dibistana Navîn a Îmam Xetîbê hatiye sazkirin pê ve hinek kes wek zanîn hewl didin ku komên li dijî Îmam Xetîbê saz bikin. (ÎLKHA)


 







Bu haberler de ilginizi çekebilir