• DOLAR 32.58
  • EURO 35.009
  • ALTIN 2459.867
  • ...
Feryada alîkariyê ya qîza ku nexweşê pençeşêra hestiyê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Taxa Erîyera girêdayê navçeya Artukluya Mêrdînê Hîcran Çakara 20 salî 4 sal berê dûçarê nexweşiya pençeşêra hestiyê bû. Çakar li Diyarbekir û Stenbolê di nexweşxaneyên cûr bi cûr de tedawî dît.

Malbata Çakara ku di pêvajoya tedawiyê de hestiya çeneya wî hat sitandin ji ber mesrefa tedawiyê 30 hezar lîre ket bin deynê. Ji ber vê yekê malbata Çakarê ji bo ku protez bi çaneya qîza wî bikin ji rêvebir û xêrxwazan alîkarî xwestin.

 “Ez xemgîn dibim… Ez digirîm…”

Hîcran Çakar diyar kir ji ber ku nexweş e ev 4 sal e ku derneketiye derve. Dûvre Çakar axavtina xwe wiha domand: “Ez dixwazim ku tedawî bikim û baş bibim. Bila alîkariya min bikin. Ez jî dixwazim ku wekê kesên din derkevim derve. Dema ku ez derdikevim derve gel li min dinêre û ji min re dibêje çi li rûyê te hatiye. Ez jî nikarim bersîv bidim. Ez xemgîn dibim… Ez digirîm. Ez dixwazim ku alîkariya me were kirin. Ez dixwazim ku baş bibim. Ez dixwazim ji vî halê derkevim û şad bibim. Ez naxwazim ku gel êdî li min mêze bike. Ji aliyê aboriyê ve rewşa me baş nînin. Ez ji serokwezîr, walî û serokkomar alîkarî dixwazim.”

 “Bila jiyana qîza min  were xelaskirin”

Bav Abdullah Çakar ji dewlet û gel alîkarî xwest. Dûvre wiha pê de çû: “Em 4 sal berê hîn bûn ku qîza min dûçarê pençeşêrê bûye. Me berê wî bir Diyarbekirê û dûvre bir Stenbolê ku were tedawîkirin. Piştî 6 mehên ku ma li Stenbolê dûvre ji bo tedawiyê em çûn Diyarbekirê. Tedawiyê wê hêj jî didome. Tabî çaneya wê bi ameliyatê hat sitandin. Divê ku protez pê ve were kirin.”

Dê Garîbe Çakar jî diyar kir ji bo ku qîza wê başbibe wê sewqê Enqerê kirin. Lê ji ber ku rewşa wan a aboriyê baş nînin wê nebirine tu derê. Dûvre Çakar wiha destnîşan kir: “Bila yekî ji bo Xweda alikariya me bike.” (ÎLKHA)



 











Bu haberler de ilginizi çekebilir