• DOLAR 32.482
  • EURO 34.817
  • ALTIN 2440.958
  • ...
Perwerdeya bêexlaqiyê nabe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Şubeya Bûrsayê yê Egîtîm-Bîr-Senê  û Temsîlkarê Memûr-Senê Numan Şeker ji teref mamosteyên Egîtîm-Senî ve li mekteban ji zarokan re dayîna perwerde û semînera di derbarê LBGTîyan de re bertekeke tund nîşan da û diyar kir ‘ Perwerde û semînera  bêexlaqiyê nabe.”

 “Em tiştekî wisa qebûl nakin"

Şeker di berdewama axavtina xwe de diyar kir komîsyonên ku van perwerde û semîneran didin di bin banê Egîtîm-senê de tên damizrandin.Şeker dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Semîner û perwedeya bêexlaqiyê nabe.Em ji kesên rayedar û têkîldar ên Wezareta Perwerdeya Neteweyî  re bang dikin da ku wezîfeya xwe bi cî bînim.Divê bi şikleke mutleq ji van kesan re firset neyê dayîn û em baş dizanin di van rojên dawî de di Wezareta Perwedeya Neteweyî de çi bûyer diqewimin û em dîsa baş dizanin kiryarên mîna vê ne azadî ne.  Di nava xebatkarên perwerdeyê de bûyerên tacîzê pêk tên.Em ji rexekî ve bi van dilebikin û hewl didin pêşîya van tiştan bigirin, lê ji rexê din ve jî hinek kes senaryoyên ku ji van kirinên tacîzan re teşwîqê dikin tînin rojevê û ev yek ji ser zarokan tê kirin ku ev tişt jî tiştekî ecêb e.”

 “Ev sendîqa  ji bona tedawîkirina mîltanên PKKyî bûne navendên tedawî ye”

Şeker di berdewama axavtina xwe de bi bîr anî ku li navenda giştî ya wê sendiqeya ku qala wê tê kirin de mîlîtanên PKKê dihatin tedawîkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di ya rastiyê de diviyabû navenda giştî ya sendiqayên wan bûbana navenda  çareseriya pirsgirêkên memûran.Lê  mixabin ev navend bûn nexweşxaneya mîlîtanên terorê.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir