• DOLAR 32.445
  • EURO 34.469
  • ALTIN 2472.773
  • ...
Ji ber ku heqaret li Qur'anê kiribû ji Parlementerê CHPyî re  bertek hat nîşandan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Çarşema borî Alî Ozcanê Parlementerê CHPê yê Stenbolê li Bîngolê civînek li dar xistibû û di vê civînê de wiha diyar kiribû ‘Makeqanûna nû bi spartina Xwedê nabe, li tû derê dinyayê mekaqanûnek tune ye ku ji Xwedê re hatibe spartin.Mekaqanûn Qur’ana Kerîm nîne.’

Ji ber van gotinên Parlementerê Stenbolê yê CHPê Alî Ozcan  Siyasiyên Bîngolî û STK ji Alî Ozcan re bertek nîşan dan û daxwaz kirin pêwîst e ew ji ber van gotinên xwe di serî de ji xelkê Bîngolê û her wiha ji temamê Tirkiyê lêborîna xwe bixwaze.

Serokê Memûr-Sena Bîngolê Mucahît Çelîk di derbarê mijarê de axavtinên Serokê TBMMê Îsmaîl Kahraman bi bîr anî û diyar kir hinek kes dixwazin vê yekê bikşînin derinan din û dû re di derbarê heqareta ku ji teref Parlementerê Stenbolê yê CHPê Alî Ozcan ve li Qur’anê hatiye kirin de wiha axivî: “Gotinên Alî Ozcan bêhedî û bêedebî ye.Ev heqareta ku li Bîngolê hatiye kirin gelek manîdar e.Lewra Bîngol herî zêde raya naxêr daye mekaqanûna derbeyê.Her wiha makeqanûna ku ji Xwedê îlhamê wernegire tu feyde nade.Bi şikleke mutleq divê makeqanûna nû ji Îslamê îlham bigire da ku ji bona însanan hizûr û saadet pêk bê.Bila tu kes li warên Mislimanan fealîyetên derveye Mislimantiyê nekin. Em destek û piştgiriyê didin gotinên Îsmaîl Kahraman.Dema ku mekaqanûna nû hat çêkirin divê makeqanûneke Îslamî bê hazirkirin.”

Serokê Bajêra Bîngolê yê HUDA PARê Hamdullah Tasali jî qala gotinên ku Alî Ozcan kirû  ji gotinên wî re bertekeke tund nîşan da.Tasali dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev daxuyaniya ku hatiye kirin esefkar e. Laîktî bi destê CHPê bi zorê li vî memleketî hatiye belavkirin û îthal e. CHP digel vê laîktiyê bûye bela serê kesên dîndar û ji wan re heyatê kiriye wek dojehê. Laîktî li vî welatî her tim weke ‘Cûdabûna karên dewlet û dîn’ hat hînkirin. Lê belê dewlet her tim zextan li dîn û kesên dîndar kir.Bawerî bi qasî ku dewlet izin dida dihat jiyan.Ji ber vê yekê li vî welatî laîktî her tim wek amûrê zext û zordariyê hat bikaranîn.”

Tasali di dawiya axavtina xwe de diyar kir Qur’an ji bona wan temamê qadên jiyanê dixe nav xwe û tanzîm dike.Tasali dû re  diyar kir ew hêvî dikin Îsmaîl Kahraman li pey gotinên xwe be û gavekî jî neavêje.

 Serokê Komeleya Wezîfedarên Dîn Rauf Sayaç jî ji gotinên Parlementerê CHPyî re bertek nîşan da û wiha diyar kir: “Em wek Bîngoliyan Parlementerê CHPê yê Stenbolê Alî Ozcan şermezar dikin.Pêwîst e ku ew kes ji ber van gotinên xwe lêborînê bixwaze. Em piştgirî û destekê didin wan gotinên Îsmaîl Kahraman ên ku di warê makeqanûnê de gotibû.Lewra Qur’an rêberê jiyana me ye.”

Serokê ÎHHya Bîngolê Muhîttîn Gîlî jî di derabarê mijarê de nirxandinan kir û daxuyaniya Alî Ozcan a ku li Bîngolê kiribû şermezar kir û  dû re wiha pê de çû: “Zihniyeta CHPê Selman Ruştu û Carlî Hebdoyan tîne bîra me.Ew rêwiyên heman rêyê ne.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir