• DOLAR 32.537
  • EURO 34.924
  • ALTIN 2430.16
  • ...
Bi sûcdarkirina 'Eqîdeya wî xerab e'  ev bû 21 sal ku tê mexdûrkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Daxuyaniya eqîdeya wî xerab e

Mela Sîbxetullah Altin di derbarê rewşa xwe de diyar kir ew di sala 2000an de di çarçoveya zilma 28ê Sibatê de ji peywirê hatiye dûrxistin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Miftîtî di sala 2000an de gazî min kir û belgeyek da destê min ku di wê  belgê de dihat nivîsandin ji teref Diyanetê ve ji peywirê hatiye dûrxistin. Ji ber vê yekê min ji wan pirs kir sûcê min çi ye? Wan jî wek bersivê gotin ‘Eqîdeya te xerab e.’ Dema ku ji bona kesên mexdûrê 28ê Sibatê qanûn derket  min jî muracatî dîyanetê kir. Hêj bersivek nedan min.Miftî ji min re got ku di rêyên qanûnî de mafên xwe teleb bike. Min jî bi şikleke qanûnî heqên xwe teleb kir û min di destpêkê de muracatî Dadgeha Bilind kir. Lê ew jî bersivek nedan.”

Ev bû 21 sal ku ez mexdûr im

Altin di berdewama axavtina xwe de qala mexdûriyeta ku jiyaye anî ziman û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di sala 2000an de min ji îş derxistin. Piştî ku min jj peywirê dûr xistin min muracatî mehkemeya îdarî kir. Lê mehkemê teleba min red kir. Min jî muracatî daniştayê kir, lê ew jî red kir. Herî dawî min muracatî dadgeha bilind kir.Dadgeha bilind diyar kir heq hatiye îhlalkirin û rêya murcatkirina mehkemeya îdarî nîşanî min da.Lê mehkemeya îdarî qerara dadgeha bilind pişt guh kir û hikmê xwe da. Ev bû 21 sal ku mexdûrîyeta min berdewam dike.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir